Li Hewlêrê bûyereke dilsoj: Ciwanekî birayê xwe kuşt û paşê xwe jî kuşt

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Kuştin Ciwan Bira
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li taxeke Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê termên du ciwanan hatin dîtin.

Polîs ragihand ku her du ciwan bira ne.

Li gorî daxuyaniya polîsan, yekî birayê xwe kuştiye û paşê xwe jî kuştiye.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê Kîfah Hesen daxuyaniyek da Tora Medyayî ya Rûdawê.

Kîfah Hesen diyar kir ku birayê ku sala 2007an ji dayîk bûye îro saet 03:44an birayê xwe yê ku sala 2005an ji dayîk bûye kuştiye.

Berdevkê Polîsê Hewlêrê da zanîn ku wî ciwanî piştî ku birayê xwe kuştiye, xwe jî kuştiye.

Kîfah Hesen amaje bi wê yekê kir ku bavê wan ciwanan karmendê hêzên ewlehiyê ye û dema bûyerê li ser karê xwe bûye.

Ew ciwanê ku tawan pêk aniye, bi çeka bavê xwe ev kiryar kiriye.

Kîfah Hesen li ser sedema bûyerê got:

"Lêpirsîna destpêkê dest pê kiriye û hîn ti sedem ne diyar in."

Li gorî agahiyên Rûdawê, navên wan her du ciwanan Hoşmend Mihemed Mentik û Emîr Mihemed Mentik in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst