Erdogan: Nuredîn Sofî hate kuştin

17-05-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îdia kir ku yek ji fermandeyên pilebilind ê PKKê Nuredîn Sofî di encama êrişekê de canê xwe ji dest daye, lê heta niha ji aliyê PKKê ve derbarê vê yekê de ti daxuyanî nehate dayîn.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civna Encumena Wezîaran a Tirkiyê li Koşka Serokomariyê di daxuyaniyekê de îdia kir ku Endamê Komîteya Navendî ya PKKê Nuredîn Sofî li Başûrê Kurdistanê di encama êrişekê artêşa wî welatî de canê xwe ji dest daye.

Recep Tayyip Erdogan got ku ev demeke dirêj bû aliyên peywendîdar ên wî welatî Sofî Nuredîn dişopandin û operasyon bi hevkariya MÎTê bûye.

Erdogan tekez kir ku Nuredîn Sofî yek ji rêvebirên pilebilind ên PKKê bûye û  demek dirêj berpirsiyarê baskê çekdarî yê rêxistinê bû û dûv bûye berpirsê çalakiyên li Rojavayê Kurdistanê.

Bi gotina Erdogan, destê Nuredîn Sofî di gelek êrişên li dijî hêzên Tirkiyê de heye ku li nav axa Rojavayê Kurdistanê beşdarî operasyonan bûne.

Serokomarê Tirkiyê got: “Rewşa Sofi Nurettin ê ku bi operasyona Serokatiya MÎTê û Hêzên Çekdar ên Tirkiyê hate kuştin, careke din zelal kir ku PKK/KCK û PYD/YPG heman rêxistin in. Ev tişt nikare bê redkirin.”

Heta niha ev îdia ji aliyê PKKê nehatiye piştrastkirin û ti daxuyanî nehatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst