Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê ji bo dîtina ciwanê 27 salî yê ku 3 roj in agahî jê nayên wergirtin xebatên lêgerînê berdewam in.
Egîd Ozdemîrê 27 salî beriya 3 rojan ji malê derket û careke din venegeriya û malbata wî ji bo dîtina kurê xwe serî li qereqolê da.
Yusuf Ozdemîr pismamê Egîd li Kolana Hunerê ya Silopiyayê li ser navê malbatê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Yusuf Ozdemîr ku Egîd berî 3 rojan, dema ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Silopyayê vedigeriya, li Taxa Yenişehirê dibêje ku ew dê here marketê û ji otomobîlê peya dibe û êdî tu agahî jê negirtine.
Ozdemîr got, "Telefona Egîd jî girtî ye. Me îxbara windabûnê kir. Rewşeke ku em jê gumanbar in tune. Em dixwazin ku Egîd were dîtin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse