Tîmeke 55 kesî hilkişiyan ser Çiyayê Sîpanê

17-06-2022
RÛDAW
Tîmeke 55 kesî hilkişiyan ser Çiyayê Sîpanê
Tîmeke 55 kesî hilkişiyan ser Çiyayê Sîpanê
Nîşan Sîpan Agirî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîmeke 55 kesî ya geştiyaran li berpalên çiyayê Sîpanê yên li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê bi armanca geşteke xwezayî berê xwe dane vî çiyayî ku li ser asta Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 3emîn çiyayê herî bilind e. Bi hilkişîna çiya pileyên germayê diguherin lewra tevî ku meha Hezîranê ye li çiya hîn jî rêjeyeke berçav a berfê heye.

Xwezahez Hakan Arslanboga got, “Niha em li 3 hezar û 300 metre bilindahiya çiyayê Sîpanê ne. Ez dikarim bibêjim ku em 4 werzên salê bi hevre dijîn. Ev hilkişînek gelek zehmet e.”

Li kêleka berfê kulîkên çiyayî jî serê xwe hildane û bi dîmenên newaze pêşwaziyê li geştiyaran dikin.

Geştiyar Feyza Bilgiç diyar kir ku ew cara yekem e beşdar dibe û anî ziman, “Ez bo cara yekem beşdarî çalakiyeke bi vî rengî dibim. Bi rastî çalakiyeke gele xweş e. Eger em lûtkeyê bibînin dê xweştir bibe.”

Geştiyar di rê de diwestin lê ev yek ji wan re nabe asteng û dixwazin li bilindahiyên çiya dîmenên bêhempa tomar bikin.

Geştiyar Elîf Ozdemîr got, “Rê zehmet e lê hêjayî vê yekê ye. Ji ber ku ez ji çalakiyên werzişî hez dikim min gelek ji vê çalakiyê jî hez kir.”

Piştî rêyeke bi zehmet a hilkişînê geştiyar dibêjin hilkişîn ji vegerê zehmettir bû.

Çiyager Alî Kemal Tekelî anî ziman, “Em westiyan lê me gelek jê kêf wergirt. Me zivistan jî dît û me havîn jî dît. Me baran jî dît me teyrok jî dît. Em niha vedigerin. Hilkişînê bêhtir dema me girt lê veger asantir bû.”

Çiyayê Sîpanê 4 hezar 58 kîlomtre ji asta deryayê bilind e û dikeve sînorên parêzgehên Bedlîs, Mûş û Agirî yên Bakurê Kurdistanê. 4 werzên salê li Sîpanê berf heye û hilkişîna çiyager û xwezahezan bo vî çiyayî di meha Hezîranê de dest pê dike û heta Îlonê berdewam dike. Tîma geştyaran 18 hilkîşin û 18 jî daketin bi giştî 36 kîlometreyan meşiyan heta ku çûn 3 hezar û 786 metre bilindahiyên çiya û vegeriyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst