Nêçîrvan Barzanî Meslehetguzara nû ya Îmaratê pîroz kir

17-06-2025
RÛDAW
Meslehetguzara Konsulxaneya Îmaratê Şeyxe Beşîr Ferhan û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Meslehetguzara Konsulxaneya Îmaratê Şeyxe Beşîr Ferhan û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Îmarat Şeyxe Beşîr Ferhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Meslehetguzara Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê ya Hewlêrê, Şeyxe Beşîr Ferhanê re civiya.

Di hevdîtinê de, pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Îmaratê de hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser bihêzkirina hevkariyê di navbera her du aliyan de hate kirin.

Nêçîrvan Barzanî, ji ber destpêkirina karê wê yê nû pîrozbahî li Berpirsa Karûbarên (Meslehetguzar) Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê ya Hewlêrê Şeyxe Beşîr Ferhanê kir û jê re serkeftin xwest.

Her wiha Barzanî tekez kir ku hemû saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê dê piştgiriyê bidin wê, da ku bikaribe erkê xwe bi awayê herî baş bi rê ve bibe.

Ji aliyê xwe ve, Nûnera Îmaratê Ferhan silavên Serokê Îmaratê Şêx Mihemed bîn Zeyd Al Nehyan û serkirdayetiya welatê xwe gihand.

Ferhanê diyar kir ku Îmarat dixwaze pêwendiyên xwe yên bi Herêma Kurdistanê re zêdetir pêş bixe.

Di hevdîtinê de her wiha, derfetên veberhênan û kar ên Îmaratê li Îraq û Herêma Kurdistanê, bipêşketinê dawî yên li herêmê û bandorên wan ên gengaz hatin gotûbêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst