Li Amedê 2 kes hatin kuştin, sedem zevî ne

17-07-2025
Nîşan Amed Zevî Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Ameda Bakurê Kurdistanê 2 kes ji ber nakokiyên li ser zeviyan hatin kuştin.

Li gorî nûçeya DHAyê, di navbera malbatên ku ji ber pirsgirêka erd û zeviyan di navbera wan de alozî hebû şerê bi çekan derket û E.T. (44) û A.A.G. (44) hatin kuştin.

Bûyer doh êvarê li Taxa Medyayê, li Kolana 205an qewimî.

Li gorî agahiyan, di navbera xizmên ku ji berê de ji ber pirsgirêka zeviyan di navbera wan de alozî hebû nîqaş derketiye û ev nîqaş veguheriye şerê bi çekan.

Di pevçûna ku mezin bû de bi çekan gule hatin berdan û E.T. û A.A.G. hatin kuştin.

Piştî agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin.

Cenazeyên kuştiyan piştî lêkolîna li cihê bûyerê ji bo otopsiyê rakirin Saziya Tiba Dadî.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin û ji bo girtina gumanbarên ku reviyane xebat dewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst