Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Pîre diyar kir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNK hevdû qebûl dikin.
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre ji Rûdawê re ragihand ku bipaşxistina karên parlamentoyê bargiraniyeke mezin li ser aliyên siyasî çêkiriye û ev bargiranî bi taybetî jî ji bo PDK û YNKyê çêkiriye.
Wî her wiha got ku bipaşxistina karên parlamentoyê "ne durist e" û her du aliyên sereke (PDK û YNK) gihiştine wê baweriyê ku divê parlamento erkê xwe bi cih bîne.
“Ev pêngaveke durist e”
Sedî Ehmed Pîre derbarê hewlên ji bo ji nû ve destpêkirina rûniştinên parlamentoyê got:
"Ev pêngaveke durist e û baweriya xelkê, dostên me û civaka navneteweyî bi Herêma Kurdistanê zêde dike, ji ber ku nîşan dide Herêma Kurdistanê di rawestanê de namîne û ber bi pêkanîna hikûmetê ve gavan diavêje."
"YNK desthilatdariya yek aliyî bi tenê qebûl nake"
Sedî Pîre li ser pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê tekezî li ser bingeha "şirîkatiyeke rasteqîn" kir û ragihand:
"YNK desthilatdariya yek aliyî bi tenê qebûl nake. Divê hevpar, hevpar be û desthilatdarî jî hevpar be."
Wî her wiha da zanîn ku her YNKyê daxwaza para ji sedî 50 nekiriye û destnîşan kir ku divê "sîmayê hevpar diyar be, ne ku aliyek bibe desthilat û yên din tenê beşdar bin."
"PDK û YNKyê hevdû qebûl kiriye"
Wî red kir ku nakokiyên wan li ser redkirina hev bin û li pey çû:
"PDK û YNK hevdû red nakin û wan hevdû qebûl kiriye.
PDK di hemû astan de dibêje ku alternatîva YNKyê nîne û YNK jî dibêje ku alternatîva PDKyê nîne.
Nakokiya me li ser para her du aliyan e, ne ew e ku me hevdû qebûl nekiribe."
"Pirsgirêka sereke ya bi Bexdayê re bêbawerî ye"
Sedî Pîre derbarê pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî got:
“Pirsgirêka sereke bêbawerî ye. Îraq ji wezaretên me yên petrol û darayiyê bawer nake û hikûmeta herêmê jî gumanê ji Bexdayê dike. Çareserî jî siyasî ye, ne teknîkî ye."
Wî xwest ku pirsgirêk bi rêya diyalogeke siyasî bên çareserkirin û mûçeyên xelkê Kurdistanê nebin qurbaniya pirsgirêkên şirketan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse