Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê cotkar ji ber kêmbûna avê û ziwabûnê bi fikar in.
Kêmbûna avê bandoreke neyînî li ser berhemên wan kiriye û cotkar dibêjin ku zerera wan ji sedî 50î derbas kiriye.
"Ziwabûneke bêmînak heye"
Cotkarekî Efrînî yê bi navê Ebdo Umer behsa rewşa xwe ya xirab kir û got:
“Ji ber nebûna avê dar hişk dibin. Îsal wiha xuyaye ez dê êzingan bifiroşim. Ziwabûneke bê mînak heye, bîr çikiyane.
Hêviya me heye ava Bendava Meydankê û Çemê Efrînê ji bo me berdin, belkî rewşa xelkê hinekî baş bibe.
Hişkesaliyê û baranbarîna kêm îsal bandoreke xirab li çandiniyê û ava bîran kiriye.”
Cotkar didin zanîn ku rewşa wan par ji îsal baştir bûye û destnîşan dikin ku her ku diçe av kêm dibe, ev yek jî dibe sedem ku ew hem ji aliyê berhemê û hem jî ji aliyê kalîteyê ve zererê bikin.
Lewra cotkar hawara xwe digihînin aliyên peywendîdar.
"Em piştgiriya projeyên çandiniyê dikin"
Li ser mijarê, Birêveberê Birêvebiriya Çandiniyê ya Efrînê Silêman Silêman ragihand ku ew wekî birêvebiriyê hewl didin alîkariya cotkaran bikin û got:
"Niha em piştgiriya torên avdana bi rêya dilopan û reşêşan dikin da ku beşeke baş ji avê ji dest nedin, wate bi vê yekê av têrê dike, ji ber kêmbûna avê bandor li me kiriye.
Her weiha em piştgiriya projeyên çandiniyê yên li nav zeviyên cotkaran dikin, bi armanca hinekî ji xisara wan kêm bikin.”
Zerera cotkaran ji sedî 50 derbas kiriye
Cotkarên Efrînî dibêjin ku rewş ti carî wekî îsal xirab nebûye û zerera wan ji sedî 50 derbas kiriye.
Ew amaje pê dikin ku ji bilî kêmbûna avê, bihabûna sotemenî û semadê jî bandoreke mezin li ser berhemên wan kiriye.
Her wiha ji ber bêqîmetbûna lîreyê Sûrî yê li hemberî dolarê Amerîkî, ew di bazarê de jî destvala dimînin û nikarin xerciyên xwe derxînin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse