Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike, wan her hewlek daye û texsirêyê jî nakin ji bo vegerandina wan welatiyên ku li sînorê Belarusê asê mane.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cûtyar Adil, îro derbarê rewşa koçberên li ser sînorê Belarus û Polandê asê mane, daxuyaniyek belav kir.
Li gor Berdevkê Hikûmetê, hejmareke welatiyên Herêma Kurdistanê bûne qurbaniya destê qaçaxciyan “ji bo berjewendî û sûda maddî û hinek alî jî vê rewşê bikar tînin ji bo lekedarkirina navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo armanceke demkurt.”
Cûtyar Adil li ser wan tomet û propagandayayên têkildarî vê mijarê tên kirin jî dibêje, “Di encamê de hemû rastî derketin holê û diyar bû ku ew propaganda dûr in ji rastiyê.”
Berî niha Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihandibû ku 300 kesên ji wan koçberên li ser sînorê Belarus û Polandê, daxwaz kirine vegerin Iraqê.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, hikûmetê her hewlek daye û texsiriyê nake ji bo vegerandina wan welatiyên ku li sînorê Belarusê asê mane û “wek erkê xwe dibîne hemû asankariyekê bike û bi germî pêşwazî li vegera wan bike.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf, roja Sêşemê ji Rûdawê re ragihandibû, “ Em mijûlî amadekariyên temamkirina rizamendî û diyarkirina amara wan Iraqiyên ku li Belarusê ne û navê xwe tomar kirine. Em dê vê hefteyê jî geştên bo vegera wan bidin destpêkirin.”
Encûmena Wezîran a Iraqê hefteya derbasbûyî, rizamendî li ser wê derbirî ku 200 hezar dolar (300 milyon dînar) ji bo Wezareta Derve li yedeka hawarçûnê ya sala darayî a 2021 terxan bike. Ev jî ji bo alîkariya wan koçberên Iraqî ku li ser sînorê Belarus û Polandê asê mane û dixwazin vegerin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse