Hewlêr (Rûdaw) - Hat zanîn ku Almanya dê di navbera 17ê Sibatê û 4ê Adarê de komek penaberên Îraqî dersînor bike.
Rayedarekî navendeke koçberiyê ya girêdayî Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê ragihand ku kesên dê bên dersînorkirin dê wan bişînin Bexdayê.
Endamê Navenda Koçberiyê ya Almanyayê Rojhat Rezwanê ji Rûdawê re got ku Almanya dê di navbera 17ê Sibatê û 4ê Adarê de komek Îraqî ji bajarê Hannoverê dersînor bike.
Rezwan diyar kir ku di nav penaberên dê bên dersînorkirin de welatiyên Gurcistan, Tûnis, Nîjerya, Pakistan, Sirbistan û Îraqê hene.
Rezwanê ku bi eslê xwe Şengalî ye, da zanîn ku ev biryar ji bo wan penaberan welatên wekî Bulgaristan û Xirwatistanê yên li herêma Schengenê jî digire nav xwe.
Rêkeftina di navbera Almanya û Îraqê de
Bi rêkeftina ku di destpêka 2023yan de di navbera Almanya û Îraqê de hat îmzekirin, mafê penaberiyê yê wan penaberan hat redkirin û biryar hat dayîn ku bi daxwaza wan ji Îraqê re bên şandin.
Rojhat Rezwan got ku ji hemû herêmên Almanyayê Îraqî tên komkirin û biryara dersînorkirinê hatiye qebûlkirin.
Her wiha Rezwan diyar kir ku di nav kesên dê bên şandin de hin kes sûc kirine û mafê penaberiyê yê hinekan jî hatiye redkirin.
Kurdên li Almanyayê dê çalakiyan bikin
Rojhat Rezwanê ku got ew dê bi Kurdên li Almanyayê û komek Almanî re li dijî biryara dersînorkirinê xwenîşandanan li dar bixin û ew dê li balafirgeha Hannoverê li dijî vê biryarê çalakiyan pêk bînin.
Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şino pêvajoya vegerandina penaberan ji Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê pirsî.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxwe ya Almanyayê, heta 31ê Kanûna Pêşîn a 2024an 279 hezar û 49 welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê li welêt dijîn û mafê penaberiyê yê 22 hezar û 757 kesan hatiye redkirin.
Wezaretê ragihand ku ji destpêka 2024an û vir ve 222 kes li Îraq û Kurdistanê hatine vegerandin.
Rojhat Rezwan diyar kir ku Kurdên Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ku li Almanyayê dijîn nayên dersînorkirin û rewşa wan ti pirsgirêk dernaxe holê.
Tê texmînkirin ku hejmara penaberên Îraqî yên ku dê di 17ê Sibat û 4ê Adarê de bên dersînorkirin nêzîkî 50 kesan be.
Rojhat Rezwan diyar kir ku ew dê wekî Kurdên li Almanyayê bi awayekî çalak li dijî dersînorkirinê xwenîşandanan li dar bixin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse