Siyasetmedarê naskirî yê Rojhilatê Kurdistanê Fetah Kawiyan koça dawî kir

19-01-2017
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Urmiye Mihabad Partiya Demokrata Kurdistanê HDK (PDKa Rojhilat) Fetah Kawiyan Wefat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kesayetekî naskirî û Endamê Rêvebiriya Partiya Demokrata Kurdistanê (HDK ango PDKa Rojhilat) yê berê Fetah Kawiyan di temenê 80 saliyê de koça dawîn kir.

 

Li gorî agahiyan, Fetah Kawiyan roja çarşema 18ê Çileya 2017ê, di temenê 80 saliyê de, ji ber nexweşiya dil û derbaskirina kirîza dil li bajarê Koye yê Başûrê Kurdistanê koça dawî kir.

 

Fetah Kawiyan sala 1936ê zayîn (1315 a Îranê) li bajarê Mihabadê yê ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û di sala 1957ê (1336 a Îranê) de pêwendî bi Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê kiriye û bo dema 25 salan endamê rêvebiriya wê partiyê bûye.

 

Kawiyan di rêxistinên partiya xwe de yên weke sekretarî û ragihandinê de kar û xebat kiriye.

 

Fetah Kawiyan di sala 1338ê de 1959ê de, ji ber çalakiyên xwe yên siyasî ji aliyê Saziya Îstixbarata Îranê yadema desthilatadariya Şahê Îranê Mihemedriza Şah, SAWAKê ve, hat girtin û bo dema 2 sal û nîv di zîndanê de ma.

 

Herwiha Kawiyan li Zanîngeha Tehranê Beşa Îngîlîziyê xwendibû û lîsansa zimanê înglizî ji wê zanîngehê wergirtibû.

 

Di temenê 80 saliya xwe de, ji bilî kar û xebatên siyasî, Kawiyan gelek pirtûk jî ji zimanê îngilîzî wergerandiye ser zimanê kurdî.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst