KCK: Ji bo bîranîna Onder têkoşîna aştiyê hilgirin ser milê xwe

04-05-2025
RÛDAW
Nîşan KCK Sirri Sureyya Onder Wefat Kurd Pêvajoya Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) li ser wefata Sirri Sureyya Onder peyameke sersaxiyê belav kir û got, "Em bang li her kesî dikin ku ji bo dilsoziya  bîranîna hêja ya Sirri Sureyya Onder, têkoşîna demokrasî û aştiyê ji cihê ku wî hiştiye, hilgirin ser milê xwe."

Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ku lê dihat dermankirin piştî 18 rojan wefat kir.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) vê sibehê derbarê wefata Onder de peyameke sersaxiyê belav kir.

KCKyê di peyama xwe de amaje bi rola Sirri Sureyya Onder a di avakirina aştî  û demokrasiyê daye û got:

"Li ser bingeha hurmeta li wî û xwedîderketina li armancên wî, em dê di nava hewldaneke bi vî rengî de bin."

Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di peyama xwe de wiha got:

"Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku Sirri Sureyya Onderê hêja jiyana xwe ji dest da ku ji ber krîza dil 18 rojan di çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê de dihate dermankirin.

Li gel ku doktoran gotibû rewşa wî gelekî giran e jî, wekî her kesî me jî bawer dikir û em jî li bendê bûn ku Sirri Sureyya Onderê hêja dê vê rewşê derbas bike. Mixabin ev yek pêk nehat.

Ewladekî hêja yê gelên me ku gelek bendewariyên Tirkiyeyê jê hebû û bi karê xwe ku heta niha kir sûdeke girîng li têkoşîna aştî, demokrasî û azadiyê kir, mixabin bi vî rengî ji nava me çû.

Em dixwazin ragihînin ku ji ber windakirina vî mirovê têkoşînê yê hêja, gelekî xemgîn in.

Di serî de malbat û xizmên wî, em sersaxiyê ji hemû hezkiriyên wî, dost û hevalên wî yên kar, civata huner-sînemayê, DEM Partiyê û gelên me re dixwazin.

Li pêşberî bîranîna wî ya hêja bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.

Sirri Sureyya Onder dema ku karê ji bo aştî û demokrasiyê dikir ku karekî gelekî hêja ye, nexweş ket û mixabin jiyana xwe ji dest da.

Lewma ew şehîdê aştî û demokrasiyê ye. Sirri Sureyya Onder di heman demê de mirovekî mezin ê têkoşînê ye. Sosyalîst, şoreşger û welatparêz e.

Wî jiyana xwe bi têkoşîna sosyalîzm, demokrasî û azadiyê derbas kir. Ji bo vê jî berdêlên gelekî giran da.

Taybetmendiya wî ya herî girîng ew bû; ku ji aliyekî ve pêşengekî girîng ê têkoşîna sosyalîzm û tevgera sosyalîst a Tirkiyeyê bû, li aliyê din jî bi piştevaniya bi gelê Kurd re neferekî girîng ê vê têkoşînê bû.

Di jiyana xwe de têkoşîna du gelan kir ye û bi vî rengî îdeala li Tirkiyeyê herî zêde tê xwestin, pêk anî

Bi kesayetiya xwe ya hunermendî û karê xwe re tevkariyên gelekî mezin li pêşketina civakî kir.

Bi rêya hunera xwe rastiya civakî bi wêrekî, bi bandor û estetîk nîşan da, ya heyî xist ber lêpirsînê û fikir hîn bêhtir kûr kir.

Sirri Sureyya Onder ê hêja ku bi gotinê taybetmendiyên wî yên erênî naqedin, bi jiyan, huner û têkoşîna xwe ya sosyalîzm û demokrasiyê xeta Mahîr, Denîz, Îbrahîm, Yilmaz Guney bi rengekî hêja temsîl kir û bû yek ji neferên girîng ku ev xet gihand vê serdemê.

Em wî bi hurmet bi bîr tînin û li pêşberî bîranîna wî ya hêja careke din bejna xwe ditewînin. Ew di meha Gulanê de şehîd bû ku meha şehîdan e.

Bi vê wesîleyê em şehîdên meha Gulanê û şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin.

Sirri Sureyya Onderê hêja karekî gelekî girîng karê aştiyê dikir û pêşengî jê re dikir.

Bendewariyên gelekî mezin jê hebû lê belê karê ku heta niha kiribû gelekî mezin bû û li gel hevalên xwe yên din ên kar karên aştiyê gihandibû asteke girîng.

Wefata wî ji bo me êşeke giran jî be rêya herî rast a xwedîderketina li bîranîna wî pêşvebirin û serxistina têkoşîna demokrasî û aştiyê ye.

Ji ber hurmeta me ya ji bo wî û dilsoziya bi armancên wî re em ê di nava hewldaneke bi vî rengî de bin.

Em bang li her kesî dikin ku ji bo dilsoziya bi bîranîna hêja ya Sirri Sureyya Onder, têkoşîna demokrasî û aştiyê ji cihê ku wî hiştiye hilgirin ser milê xwe û ji bo serxistina vê têkoşînê hîn bêhtir hewl bidin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst