Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Rihayê ragihand ku zarokeke 5 salî te gumankirin ku ji ber destdirêjiyê miriye.
Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Rihayê şeva borî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li Rihayê zarokeke 5 salî tê gumankirin ku piştî destdirêjiyê canê xwe ji dest daye.
Komîsyonê tekez kir ku ew bûyerê ji nêzîk ve dişopînin da ku kes an jî kesên ew tawan kirine werin cezakirin.
Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Rihayê di daxuyaniya xwe de anî ziman:
“Wekî Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Rihayê me bi xemgînî zanî ku zarokeke 5 salî 15ê mehê ji ber gumana destdirêjiyê canê xwe ji dest daye.
Ji bo ku biker cezayên pêwîst wergirin em wekî Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Rihayê ji raya giştî re radigihînin ku em dê bûyerê bişopînin.”
"Nîşanên destdirêjiyê nînin"
Li aliyê din Serokê Komaleya Mafên Mirov a Rihayê ji Rûdawê re ragihand ku dozger ji wan re gotiye nîşanên destdirêjiyê li ser laşê wê nînin.
Komaleya Mafên Mirov a Rihayê her wiha got ku aliyên pêwendîdar dê termê zaroka 5 salî ji bo zelalkirina sedemên mirina bişîne Stenbolê.
Li gorî amarên raporeke Baroya Rihayê ji 1ê Kanûna Paşîn a 2023yan heta 31ê Çiriya Pêşîn a heman salê ji aliyê wan ve 545 parêzer ji bo şopandina dozên zarokên mexdûrên destdirêjî û îstimara cinsî hatine erkdarkirin.
57 ji wan ji bo kurên di bin 12 salî re û 116 jî ji wan ji bo keçên di bin 12 salî re hatine erkdarkirin.
Her wiha ji bo keçên di navbera 12-15 salî de 142 û ji bo kurên di heman temenî de jî 26 parêzer hatine erkdarkirin.
Ji bo keç û kurên di navbera 15-18 salî de jî bi giştî 204 parêzer ji aliyê baroyê ve hatine erkdarkirin ku dozên derbarê destdirêjî û îstismara li dijî wan bişopînin.
BASINA VE KAMUOYUNA SAYGIYLA BİLDİRİRİZ.@UrfaBarosu pic.twitter.com/a6fmh4YSeC
— Şanlıurfa Barosu Çocuk Hakları Komisyonu (@urfabarosucocuk) January 17, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse