Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Baroya Rihayê, li bajêr di nava 2 salên dawî de destdirêjiya cinsî li 1008 zarokan hatiye kirin û ji her 5 dosyeyan tenê yek derbasî qonaxa dadgehê bûye.
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Rihayê, "Rapora Şopandina Binpêkirinên Mafên Zarokan" a salên 2024 û 2025an eşkere kir.
Li gorî daneyên raporê, di navbera 1ê Kanûna Paşîn a 2024an û 31ê Kanûna Pêşîn a 2025an de li Rihayê hezar û 8 zarok rastî destdirêjiya cinsî hatine.
Di raporê de hat diyarkirin ku ji van zarokan 134 biyanî ne û piraniya mexdûran zarokên keç in.
Piraniya dosyeyan nagihîjin dadgehê
Xala herî balkêş a raporê qonaxên hiqûqî yên dosyeyan e.
Hat gotin ku ji her 5 bûyeran tenê yek gihiştiye qonaxa darizandinê.
Aqûbeta dosyeyên destdirêjiyê wiha ye:
- 553 dosya di qonaxa lêpirsînê de ne.
- 220 dosya veguherîne doza giştî (dadgeh).
- Ji bo 224 dosyeyan biryara "neşopandinê" hatiye dayîn.
- 3 dosya ji ber derbasbûna demê hatine girtin.
- Di 8 dosyeyan de biryara beraetê derketiye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse