Li Wan û Colemêrgê rêyên 176 cihan girtî ne

2 demjimêr berê
Nîşan Wan Colemêrg Berf Girtina Rêyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê ji ber şert û mercên hewayê rêyên 176 cihan hatine girtin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daxuyand ku li bajêr ji ber berf û bagerê rêyên 97 cihên niştecihbûnê girtî ne.

Tîmên maliştina berfê ji bo vekirina rêyên girtî xebatên xwe didomînin.

Tîmên şaredariyê li navçeya Elbakê jî piştî barîna berfê dest bi paqijkirina kolan û cadeyan kir.

Colemêrgê

Li Colemêrgê jî berfa ku bi şev bariya bû sedema astengiyên çûn û hatinê.

Li gorî agahiyên Îdareya Taybet a Bajêr, ji ber berfê rêyên 79 cihên niştecihbûnê hatine girtin.

Tîmên têkoşîna bi berfê re ji bo vekirina van rêyan xebatên xwe didomînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst