Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Wan û Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê rêyên 158an hatin vekirin ku ji ber berfê hatibûn girtin.
Li Wan û Colemêrgê bi tevahî rêyên 172 cihên niştecihbûnê hatibûn girtin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, li navçeyên Miks, Şax, Xawesor, Rêya Armûşê (Îpekyolu) û Serayê ji ber berfa ku beriya du rojan bariyabû rêyên 102 gund û gundikan hatibûn girtin.
Di encama xebatên tîmên şaredariyê de rêyên 88 cihên niştecihbûnê hatin vekirin.
Tîm ji bo vekirina rêya 14 cihên niştecihbûnê yên girtî xebatên xwe didomînin.
Li Colemêrgê hemû rê vebûn
Li gorî agahiyên Îdareya Taybet a Colemêrgê, ji bo vekirina rêyên 70 gund û gundikên ku ji ber berfê girtî bûn xebat hatin kirin.
Tîman li herêmên dijwar hemû rê vekirin û li hinek rêyan jî xebatên firehkirinê meşandin.
Her wiha tîmên şaredariyê li hinek cadeyan xebatên xwêkirinê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse