QOSER - Termê Cemîleya 80 salî hat dîtin

1 demjimêr berê
Nîşan Mêrdîn Qoser Term Jin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê termê Cemîl Ozkana 80 salî ya ku lê digeriyan li nav zeviyekê hat dîtin.

Cemîle Ozkan li gundê Mistefamilîkê yê Qoserê winda bûbû.

Xizmên Cemîleyê doh Navenda Bangên Bilez a 112ê agahdar kir.

Piştî daxwaza alîkariyê, tîmên Gerînendehiya Karesat û Rewşên Bilez a Bajêr (AFAD) û cendirmeya li herêmê dest bi xebatên lêgerînê kir.

Bi dron û kûçikan lê geriyan

Tîman bi piştgiriya kûçikên dedektor û dronan, ji bo dîtina Cemîleyê li gundê wê û derdora gund li nav mal, kox, kavil û zeviyan xebat meşandin.

Termê Cemîleyê di encama xebatên tîman de bi qasî 2 kîlometreyan dûrî gund hat dîtin.

Cenazeyê wê piştî kar û barên li dozgeriyê dê ji bo otopsiyê bişînin meytxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst