Gurçikên wê naxebitin: ‘Ez dixwazim bixwînim’

18-03-2024
Wela û dêya wê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wela û dêya wê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Dihok Wela Nexweşî Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Her du guçikên Wela Mihemedê baş naxebitin û pêdiviya bi alîkariyê heye.

Wela Mihemeda 20 salî li Dihokê dijî û ji yek saliya xwe ve li ser rêyên nexweşxaneyê ye.

Hefteyê sê caran gurçikên wê tên şûştin û ew dixwaze xwendina xwe bidomîne.

Bavê Welayê ev deh sal in ku dev ji wan berdaye û bi jineke din re zewiciye.

Pêdiviya Welayê bi neqla gurçikan heye lê ji ber ku rewşa malbata wê ya aborî ne baş e nikarin vê yekê bikin û pêdiviya wan bi alikariyê heye.

Dêya Welayê kirêya mala xwe jî bi zehmetî dide.

“Gelekî giran e”

Dayîka wê Meyan Mihemedê wiha behsa rewşê kir:

“Ez dixwazim keça min ji êş û azarê xelas bibe.

Gelekî giran e ku perçeyek ji kezeba te li ber çavên te bimire û tu nikaribî tiştekî bikî.

Em hêvî dikin ku alikariyê bi Welayê re bikin.”

“Ez dixwazim bixwînim”

Welaya 20 salî jî bi vî rengî behsa xwe kir:

“Niha hemû jiyana min bi bijîşkan re ye, tim derzî û tim ameliyat.

Ez gelek caran ameliyat bûme. Ez jî dixwazim wekî hevalên xwe bixwînim.”

Bijîşk dibêjin ku pêwîstiya Welayê bi neqla gurçikan heye lê ev karekî bimesref e.

Pisporê Nexweşiyên Gurçikan Dr. Şakir Balindî jî da zanîn ku gurçikên Welayê baş naxebitin û her hefte 12 saetên wê bi şûştina gurçikan diçin.

Wela heta niha sê caran hatiye ameliyatkirin. Rewşa wê ya tenduristiyê ber bi xerabbûnê ve diçe û çavê wê li destên xêrxwazan e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst