Efrîn 6 sal berê hat dagirkirin: Talan, kuştin, revandin...

18-03-2024
Nîşan Efrîn Dagirkirin Salveger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Efrîna Rojavayê Kurdistanê 6 sal berê wekî îro, 18ê Adara 2018an hat dagirkirin.

Roja 20 Kanûna Paşîna 2018an êrişa Tirkiye û çekdarên mixalefeta Sûriyeyê ya li ser Efrîna Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Piştî 58 rojan ji şer û pevçûnan, 18ê Adara 2018an Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ve hat dagirkirin.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên zêde mezin ên wekî talankirin, revandin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî, dagirkerî û tawanên hovane yên li bermaberî Kurdên Efrînê şermezar dikin jî dawî li wan nayê.

700 hezar Ereb û Tirkmen li Efrînê hatine bicihkirin

Li gorî raporeke Encûmena Parêzgeha Helebê ku ser bi mixalefetê ve ye, berî dagirkirina Efrînê 800 hezar niştecihên resen lê hebûne lê piştî dagirkirinê niha derdora 100 hezar şêniyên resen lê mane.

Li gorî zanyariyên ku bi dest Rûdawê ketine, niha zêdetirî 700 hezar Ereb û Tirkmenên hawirde li herêma Efrînê hatine bicihkirin.

Piraniya Kurdên Efrînê ji ber binpêkirinên hovane yên dagirkeran koçber bûne.

Nêzikî 100 hezar koçberên Efrînê niha li navçeya Şehbayê dimînin.

Ji 100 hezar koçberên Efrînê, 10 hezar ji wan li 5 kampan dijîn û 90 hezar ji wan jî li gund û bajarokên navçeya Şehbayê dimînin.

Tenê hezar Kurdên Êzidî mane

Berî 2018an hejmara Kurdên Êzidî yên Efrînê 35 hezar bû, niha tenê hezar Kurdên Êzidî mane li Efrînê.

Erebên hawirde ne tenê li malên Kurdan hatine bicihkirin herwiha grupên çekdar li ser zeviyên cotkaran avahiyan lê dikin.

Niha piştî 6 salan zêdetirî 20 avahiyên komelî li Efrînê hatine avakirin û Erebên hawirde li wan hatine bicihkirin.

Li gorî zanyariyên bi dest Rûdawê ketine, niha plana avakirina 38 komelgehên niştecîkirinê heye da ku Tirkiye, Ereb û Tirkmenan li Efrînê bi cih bikin.

Talan, kuştin, revandin...

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, binpêkariyên wekî dizî, talan, destdirêjî, birîndarkirin, kuştin, revandin û şkenceyên li hemberî Kurdên wê herêmê berdewam dikin.

Xeyn ji van tawanan hewl tê dayîn ku xwezaya Efrînê jî were talankirin.

Çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de, rojane darzeytûnên xelkê dibirin. Dar û berên Efrînê talan dikin.

Dagirker bacên cuda cuda li ser xelkê ferz dikin da ku ji Efrînê derkevin.

Dîsa dagirker hewl didin ku nêhelin Kurd li pey kevneşopiyên xwe jî herin.

Newroza sala borî komkujiyek çêbû.

Erebên hawirde, li Cindirêsê ji ber ku agirê Newrozê pê xistibû 4 kesên ji yek malbatê şehîd kiribûn.

Herî dawiyê jî Erebekî hawirde li Efrînê zarokekî Kurd kuşt û cenazeyê wî avêt bîrê.

Dîsa revandin û dîlgirtina Kurdan bûye karekî rojane yê dagirkerên Efrîna Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst