MSD: Çareserkirina doza Efrînê bi bidawîkirina hebûna leşkerî ve girêdayî ye

1 demjimêr berê
Nîşan MSD Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ragihand ku çareserkirina mayînde ya doza Efrînê, bi bidawîkirina hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê û komên çekdar ve girêdayî ye.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), îro di heştemîn salvegera dagirkirina bajarê Efrînê de daxuyaniyek belav kir.

“Hîn jî gelek koçber rûbirûyî koçberiya ducare ne”

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di daxuyaniya xwe da bal kişand ser koçberkirina Efrînê û got:

"18ê Adara 2026an, heştemîn salvegera dagirkirina herêma Efrînê ye ji aliyê dewleta Tirk û komên çekdar ên Sûriyeyî yên girêdayî wê ve, ku piştî berxwedaneke qehremanane ya 58 rojan a xelkê herêmê û şervanan pêk hat.

Di encama vê operasyona leşkerî de, nêzîkî 300 hezar niştecihên resen ên herêmê ku piraniya wan Kurd in, bi darê zorê ji warên xwe hatin koçberkirin û li kampên Şehbayê û taxên Helebê bi cih bûn.

Hîn jî gelek ji van koçberan rûbirûyî koçberiya ducare û kêmbûna tund a pêdiviyên bingehîn ên jiyanê yên wekî av, xwarin û xizmetguzariyên tenduristiyê ne."

“Binpêkirinên sîstematîk”

MSDyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser binpêkirinên sîstematîk û da zanîn ku di heşt salên borî de, şêniyên Kurd ên resen li Efrînê rastî binpêkirinên mezin û eşkere hatine.

Li gorî daxuyaniyê, ev binpêkirin ji aliyê gelek rêxistinên mirovî û navneteweyî yên wekî Komîsyona Lêkolînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî ya li Ser Sûriyeyê ve bi berfirehî hatine belgekirin.

MSDyê da zanîn ku di nav van binpêkirinan de “kuştin, revandin, şkence, destdanîna ser mal û milkên sivîlan, koçberkirina bi darê zorê, guhertina demografiya herêmê ya bi anîna malbatên ji deverên din ên Sûriyeyê, wêrankirina milkên giştî û taybet û armanckirina bi qestî ya şûnwarên çandî û sembolên dîrokî yên wekî peykerê Kawayê Hesinkar” hene û got:

“Polîtîkayên dagirkeriyê bi birîna bi hezaran darên zeytûnan û sepandina birêvebiriyeke nû ku bi tevahî li dijî vîna niştecihên resen e, bûne sedema têkçûna jîngeha herêmê.”

Çareserkirina doza Efrînê

Meclisa Sûriyeya Demokratîk destnîşan kir ku çareserkirina mayînde ya doza Efrînê, “bi bidawîkirina hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve” girêdayî ye.

Meclisê daxwaz kir ku “herêm vegere bin birêvebiriya niştecihên wê yên resen, hemû şopên dagirkeriyê û guhertinên demografîk bên rakirin” û vegera hemû koçberan a bi awayekî ewle û birûmet were misogerkirin.

Her wiha, vegerandina maf û milkan a li xwediyên wan ên rewa û betalkirina guhertinên îdarî yên ferzkirî wekî bingeha her çareseriya mayînde û dadmend tê dîtin.

MSDyê diyar kir ku ew vegera nêzîkî 400 malbatên koçber ên ku vê dawiyê di çarçoveya rêkeftineke di navbera Hikûmeta Demkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de pêk hatiye, wekî pêngaveke erênî dinirxîne.

Lê belê diyar kir ku ev yek nabe cihê çareseriyeke berfireh a ku vegera hemû niştecihên resen di çarçoveyeke qanûnî de misoger bike û rûmeta wan biparêze.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk di dawiyê de destnîşan kir ku ew dozên koçberên Efrînê û hemû koçberên Sûriyê ji nêzîk ve dişopîne.

Li gorî daxuyaniyê, MSD “Misogerkirina mafên Efrîniyan û vegera wan a ewle, wekî dozeke bingehîn a di her çareseriya siyasî ya giştî de” dibîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst