Îraq: Vekişîna Koalîsyonê valahiye ewlehiyê çênake

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Koalîsyon Kerîm Temîmî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê Kerîm Temîmî dibêje ku bidawîanîna erkê Koalîsyênê dê valahiya ewlehiyê çêneke.

Kerîm Temîmî her wiha dibêje ku Îraq ber bi qonaxa "piştgirêdana temam a niştimanî" ve gavan diavêje.

Serokê Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê Kerîm Temîmî, stratejiya dezgeha xwe ya ji bo qonaxa piştî erkê Hevpeymaniya Navneteweyî (Koalîsyon) ji Rûdawê re eşkere kir.

Temîmî her wiha behsa asta gefên DAIŞê û hevahengiya wan a li gel Hêzên Pêşmergeyan jî kir.

Temîmî diyar dike ku Îraq ber bi qonaxa "piştgirêdana temam a niştimanî" ve gavan diavêje.

Ew derbarê Sûriyeyê de jî dibêje, "Dibe ku hinek guhertinên meydanî bibin sedema hewldana bi dizî derbasbûnê.

Her wiha dibe ku bibin sedema guhertina cihên hinek komêm terorîstan."

Stratejiya qonaxa piştî Koalîsyonê

Serokê Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê Kerîm Temîmî derbarê paşeroja erkê Kaolîsyonê ya li Îraqê de ji Rûdawê re axivî.

Temîmî got, "Bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navneteweyî veguhastinek e.

Ev veguhastin ji qonaxa hevkariya meydanî ya rasterast ber bi qonaxa xwe spartina xwe ya temam ve ye.

Em her wiha em pêbaweriya bi şiyana navxweyî bihêztir dikin."

Wî berpirsê Îraqî amaje bi wê yekê jî kir ku ti valahiyeke ewlehiyê çênabe.

Wî da zanîn ku dezgeha wan xwedî "stratejiyeke zelal" e û li ser sê xalan kar dike:

Avakirina pergaleke îstixbaratî ya serbixwe: Em dê xwe bispêrin teknolojiya pêşketî ya analîzê. Em dê şiyana niştimanî di warên çavdêriya teknîkî û îstixbarata mirovî de bi pêş bixin. Ev yek dê bêyî xwebespêrdana li ser çavkaniyên derve bê kirin.

Parastina serdestiya meydanî ya kalîteyê: Ev yek dê bi rêya bernameyên nûjenkirina çek û kel û pelan bibe. Her wiha dê girêbest bi şirketên cîhanî yên navdar re bên kirin.

Dîzaynkirina hevbeşiyên navneteweyî: Guhertina şêwaza karkirinê ji bo hevbeşiya dualî ya pîşeyî ye. Niha bi Spanyayê re peymaneke lihevtêgihiştinê hatiye îmzekirin. Her wiha ji bo îmzekirina peymanên bi vî rengî bi Îtalya û Fransayê re jî xebat tên kirin.

DAIŞê tevgera xwe guheriye

Serokê Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê li ser şiyanên niha yên rêxistina DAIŞê agahî dan.

Wî diyar kir, "Êdî şiyana DAIŞê ya kontrolkirina herêman yan jî birêvebirina operasyonên berfireh li Îraqê nîne."

Temîmî destnîşan kir ku DAIŞ tenê hewl dide şêwaza "çeteyî" bi kar bîne û sûdê ji xwezaya cografyaya dijwar werdigire.

Temîmî bal kişand ser operasyonên dawî yên dezgeha wan ên li Xurmatû, Silêman Beg û çoltera Rutbeyê.

Wî got, "Encamên van operasyonan gelekî girîng bûn. Çendîn mefrezeyên terorîstan hatin îmhakirin û gelek veşartgeh û tunel hatin têkbirin."

Berpirsê Îraqî got ku herêmên wekî zincîreçiyayên Hemrînê û herêmên sînorî yên di navbera Diyale, Selahedîn û Kerkûkê de tenê ji bo şaneyên biçûk wekî herêmên ceribandinê yên demkî ne.

Wî diyar kir ku ew herêm negihiştine asta "veşartgehên germ".

Hevahengiya bi Pêşmergeyan re

Kerîm Temîmî dibêje, "Asta hevahengiya di navbera dezgeha me û Hêzên Pêşmergeyan de bi awayekî berbiçav bi pêş ketiye. Ev bipêşketin bi taybetî li deverên valahiya ewlehiyê heye."

Li gorî gotina Serokê Dezgeha Dijeterorê, ji bo pevguhertina zanyariyan hevahengiyeke îstixbaratî û meydanî ya asta bilind heye.

Her wiha wergirtina daxwazkiriyan a ji Herêma Kurdistanê û pêkanîna operasyonên hevbeş hene.

Temîmî got jî, "Têgihîştineke hevbeş li cem hemû aliyan heye ku dagirtina van valahiyan yek ji karên serekî yên niştimanî ye."

Parastina sînoran û dosyaya Sûriyeyê

Serokê Dezgeha Dijeterorê ya Îraqê li ser metirsiyên derbasbûna bi dizî ya çekdarên DAIŞê ya ji sînoran, bi taybetî jî ji Sûriyeyê, daxuyanî da.

Wî ragihand ku Dezgeha Dijeterorê wekî "hêzeke yedek a stratejîk" a ji bo Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar di amadebaşiya tam de ye.

Temîmî got "Dibe ku hinek guhertinên meydanî bibin sedema hewldana dizîkî derbasbûnê.

Her wiha dibe ku bibin sedema guhertina cihên hinek komên terorîstan."

Wî amaje bi wê yekê jî kir ku "Sînorên Îraqê îro di bin pergaleke ewlehiyê ya piralî de ne.

Ev pergal hewldanên îstixbaratî, çavdêriya meydanî û amadebaşiya meydanî li xwe digire."

Wî berpirsî got, yekeyên dezgeha wan li hemû xetên sînorî geriyane.

Wan valahiyên ewlehiyê destnîşan kirine da ku rê li ber îhtîmalî gefan bigirin. Gefên ku dibe ji aloziyên herêmê derkevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst