Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Tirkiyeyê civiyan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Erman Topçu Herêma Kurdistanê Îraq Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê li Herêma Kurdistanê Erman Topçu civiyan

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de derbarê bipêşketinên dawî yên herêmê û encamên şer û aloziyan hatin gotûbêjkirin.

Girîngiya hewldanên dîplomatîk

Her du aliyan tekezî li ser girîngiya zêdekirina hewldanên dîplomatîk kir.

Hat diyarkirin ku divê ji bo rêlibergirtina berfirehbûna şer û çareserkirina pirsgirêkan a bi awayekî aştiyane gav werin avêtin.

Rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê

Rewşa Îraq û Herêma Kurdistanê mijareke din a civînê bû.

Di vê mijarê de, her du alî hev ra bûn ku divê hemû hewl werin dayîn da ku Îraq û Herêma Kurdistanê bi ti awayî nekevin nav şer û aloziyan.

Her wiha hat destnîşankirin ku divê li ser hemû astan ji bo parastina aramî û ewlehiya Îraq û Herêma Kurdistanê kar were kirin.

Di beşeke din a civînê de, Serok Nêçîrvan Barzanî spasiyên xwe yên ji bo Tirkiyeyê dubare kirin.

Nêçîrvan Barzanî ji ber alîkarî û asankariyên li deriyên sînor ên ji bo çûn û hatina geştiyar û welatiyên Herêma Kurdistanê û Îraqê spasiya Tirkiyeyê kir.

Bandora şer û aloziyan a li ser Tirkiyeyê, pêwendiyên her du aliyan û pêşbîniyên ji bo paşerojê mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst