Hewlêr (Rûdaw) – Di heyama 19 rojan de bi 355 mûşek û dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin û 8 kesan canê xwe ji dest daye û 48 kes jî birîndar bûne.
Şerê Amerîka û Îsraîlê yê bi Îranê re li Herêma Kurdistanê veguherî bîlançoyeke giran.
Li gorî amarên ku Rûdawê, ji 28ê Sibatê heta îro Hewlêr, Silêmanî, Dihok û Helebce 355 caran bi mûşek û dronan hatin armanckirin
Hewlêr bû armanca sereke
Dema ku mirov li dabeşbûna cografîk a êrişan dinêre Hewlêr derdikeve pêş.
Hewlêr bi 292 mûşek û dronan bû herêma ku herî zêde hatiye armanckirin.
Silêmanî 56 caran, Dihok 5 caran û Helebce jî 2 caran rastî êrişên dronan hatine.
8 kesan canê xwe ji dest da
Bîlançoya mirovî ya êrişan jî her ku diçe girantir dibe.
Li gorî agahiyan, di 19 rojan de 8 kesan canê xwe ji dest da û 48 kes jî birîndar bûn.
Di nava kesên ku canê xwe ji dest daye de nobedarekî ewlehiyê yê Balafirgeha Hewlêrê heye.
Her wiha 6 endamên komên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û leşkerekî Fransî jî hene.
Ew leşkerê Fransayî 12yê Adarê hatibû kuştin.
Ji kesên birîndar 13 kes welatiyên sivîl in.
Baregehên Pêşmergeyan hatin armanckirin
Wezareta Pêşmergeyan derbarê êrişan daxuyaniyek da.
Li gorî daxuyaniyê, li Hewlêr û Silêmaniyê 2 baregehên cuda yên Pêşmergeyan bi dronan hatin armanckirin.
Di encama wan êrişan de 3 Pêşmerge birîndar bûn.
Ji bilî wê, li Îdareya Xweser a Soranê jî êriş pêk hatin.
Hêzên ewlehiyê ew êrişên dronan ên li çiyayên Zozik û Korekê têk birin.
Kampên penaberan bûn hedef
Êriş tenê li xalên leşkerî sînordar neman.
Li Hewlêrê cihên niştecihbûnê yên wekî Dream City, Sêbîran û Enkawayê bûn armanc.
Her wiha kampên penaberan ên Cejnîkan, Zewî Spî û Azadiyê jî bûn cihên ku mûşek lê ketin.
Li Silêmaniyê jî rewş heman bû.
Ji bilî cihên niştecihbûnê, li derdora Hotêla Tîtanîkê û baregeha kevn a Neteweyên Yekbûyî jî hinek kes birîndar bûn.
Şerê Îsraîl û Amerîkayê yê li dijî Îranê 28ê Sibatê dest pê kiribû.
Herêma Kurdistanê ji roja yekem a şer ve rastî êrişan tê.
Ji ber pêgeha xwe ya stratejîk, Herêma Kurdistanê veguheriye yek ji xalên herî germ ên vê krîzê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse