Hewlêr (Rûdaw) - Piştî peymana roja sêşemê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, petrola Kerkûkê careke din ber bi bazarên cîhanî ve hat şandin.
Îro demjimêr 06:30î, beşa yekem a petrola Kerkûkê bi rêya boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ber bi Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ve hat şandin.
Birêvebirê Şirketa Petrola Bakur diyar kir ku dê di rojên paşerojê de kapasîteya hinartina petrolê bê zêdekirin.
Dê rojane 250 hezar bermîl petrol bê şandin
Birêvebirê Şirketa Petrola Bakur Amir Xelîl li ser mijarê axivî û got:
"Li ser rênimayên Cenabê Serokwezîr û Wezîrê Petrolê yê birêz me dest bi karkirina Wêstgeha Saralûyê kir.
Ev kar bi serpereştiya rasterast a Alîkarê Wezîr ê ji bo Kar û Barên Derxistinê û bi hevahengiya Wezareta Çavkaniyên Xwezayî hat kirin."
Amir Xelîl li ser qebareya petrolê jî ev agahî dan:
"Armanca me ew e ku rojane nêzîkî 250 hezar bermîlan petrol ber bi Wêstgeha Pêşabûrê ve bê şandin da ku ev petrol bigihêje Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê."
Şer rêya deryayî asê kiriye
Hinartina petrola Kerkûkê di demekê de ye ku ji ber şerê Îsraîl û Amerîkayê yê bi Îranê re, hinartina petrola Îraqê ya bi rêya deryayê sekiniye.
Sekinîna hinartinê ji bo Îraqê bûye pirsgirêkeke mezin.
Çimkî Îraq ji sedî 92yê dahata xwe ji petrolê bi dest dixe.
“Me pêvajo bi awayekî serkeftî bi cih anî”
Nûnerê Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê Beroj Ezîz jî li ser pêvajoyê axivî û got:
"Em ji bo bicihanîna fermana Serokwezîr û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî li vir in.
Me bi hevahengiya Bexdayê ev pêvajo bi awayekî serkeftî bi cih anî da ku rewşa darayî ya welêt zindî bibe."
Li hêla din, Birêvebirê Şirketa Petrola Bakur ji Rûdawê re da zanîn ku dê di rojên paşerojê de qebareya petrola hinartî rojane bibe 300 hezar bermîl.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse