Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku bi boneya Cejna Remezanê li hemû saziyên dewletê 4 roj bêhnvedan hatiye ragihandin.
Li gor daxuyaniya hikûmetê, hatiye diyarkirin ku Cejna Remezanê dê di Pêncşemê 20ê Nîsanê de dest pê bike û heta 24ê Nîsanê dewam bike.
Hatiye ragihandin, ku roja Sêşema bê 25ê Nîsanê kar û xebatên normal li hemû sazî û îdareyên Herêma Kurdistanê dest pê dike.
Ji aliyê din ve Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihand, bankên ku mûçe jê tên standin dê di her du rojên Çarşem û Pêncşemê yên vê heftiyê (19 û 20 Nîsanê) vekirî bin û xebata xwe bi awayekî asayî bidomînin.
Heta niha Lijneya Dîtina Heyvê ya Wezareta Ewqafê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê diyarkirina roja Cejna Remezanê de ti daxuyanî nedaye, lê tê texmînkirin ku li Herêma Kurdistanê jî weke Erebistana Siûdiyê û piraniya welatên misilman, roja Înê 21ê Nîsanê Cejna Remezanê be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse