Serok Barzanî Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê qebûl kir

18-04-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Nuh Yilmaz Tirkiye Herêma Kurdistanê Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Nuh Yilmaz û şandeya pê re qebûl kir.

Balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Anil Bora Înan û Konsulê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê Îrman Topçu û çend dîplomatên din ên Tirkiyeyê di nav şandeyê de bûn.

Baregeha Barzanî diyar kir ku di hevdîtinê de gotûbêj li ser rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê û gavên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat kirin.

Her wiha pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê hat gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê di hevdîtinê de rewşa siyasî ya herêmê, îhtimal û pêşhatên di paşeroja herêmê de bi giştî pêwendiyên Tirkiyê û Herêma Kurdistanê, pêşxistina dostaniya navbera her du aliyan û pêvajoya çareseriyê mijarên din ên hevdîtinê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst