Hewlêr (Rûdaw) - Di lêpirsîna windabûna xwendekara zanîngehê Gulistan Dokuyê de pêşhateke nû çêbû.
Gulistan Doku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020an ve li bajarê Dêrsimê yê Bakurê Kurdistanê winda ye.
Ji gumanbarên ku sewqî dadgehê hatibûn kirin 2 kesên din hatin girtin û bi vî awayî hejmara girtiyan gihîşt 8an.
Lêpirsîna 5 gumanbarên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve sewqî dadgehê hatibûn kirin temam bû.
Dadgehê derbarê hevalê Gulistan Dokuyê, Zeinal Abakarov û zirbavê wî yê polîsê berê Engîn Yucer biryara girtinê da.
Yek ji şahidên Abakarov ê bi navê Ugurcan A. jî bi şertê qedexeya derketina derveyî Tirkiyeyê hat berdan.
Lêpirsîna kurê parêzgarê wê demê yê Dêrsimê Tuncay Sonel, Mustafa Turkay Sonel û parêzvanê berê yê parêzgar Şukru E. li dozgeriyê didome.
Kî hatibûn girtin?
Di çarçoveya lêpirsîna windabûna Dokuyê de 15 gumanbar hatibûn desteserkirin.
Di nav wan de parêzgarê wê demê Tuncay Sonel û Serbijîşkê Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê yê wê demê Çagdaş Ozdemîr jî hebûn.
Heta niha polîsê berê Gokhan Ertok, karmendê berê yê Îdareya Taybet a Dêrsimê Erdogan Elaldi, dêya Zeinal Abakarov Cemîle Yucer, Celal Altaş, Nurşen Arîkan û Ferhat Hanedan Guven hatine girtin.
Berpirsên kamerayên ewlehiyê yên Zanîngeha Munzûrê Savaş G. û Suleyman O. jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Parêzgarê berê û serbijîşk desteserkirî ne
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê parêzgarê berê yê Dêrsimê Tuncay Sonel ji kar dûr xist.
Sonel li Xarpêtê hat desteserkirin û ew birin Erziromê.
Kar û barên serbijîşkê berê Çagdaş Ozdemîr jî didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse