Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku agirbest hatiye ragihandin jî, êrişên bi dron û mûşekan ên li ser Herêma Kurdistanê didomin.
Ji 28ê Sibata 2026an ve nêzîkî 730 dron û mûşek hatine avêtin ku 25 ji wan piştî agirbestê bûn.
Di encama van êrişan de hejmara şehîd û birîndaran zêde bû.
Li gorî amarên ku hatine komkirin, ji 14ê Nîsanê heta îro 728 dron û mûşek li Herêma Kurdistanê ketine.
Di encama van êrişan de 21 kes şehîd ketine û 96 kes jî birîndar bûne.
Êrişên herî dawî
Doh bi şev di navbera saet 22:20 û 23:00an de, di du êrişên cuda de kampa penaberên Rojhilatê Kurdistanê ya li Girdeçalê ya parêzgeha Hewlêrê bi dronan hat armancgirtin.
Endamê Desteya Birêvebir a PDKIyê Kawa Behramî ji Rûdawê re ragihand ku di êrişê de tenê zererên madî çêbûne.
Her wiha 17ê Nîsanê, li sînorê Xelîfan û Behirkeyê yên Hewlêrê du êrişên din bi dron û mûşekan pêk hatin.
Di êrişa li ser kamp Cêjnekanê de kurê Pêşmergeyekî şehîd ket û bavê wî jî birîndar bû.
Di êrişa li ser baregeha PDKIyê ya li sînorê Xelîfanê de jî 2 Pêşmergeyên jin şehîd ketin û Pêşmergeyeke din jî birîndar bû.
Li gorî daxuyaniya Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê, 16ê Nîsanê gundê Zirgiwêzê yê Silêmaniyê û kampeke li Koyeyê jî bi dronan hatine bombebarankirin.
Amarên êrişan li gorî parêzgehan:
Parêzgeha Hewlêrê: 580 dron û mûşek
Parêzgeha Silêmaniyê: 120 dron û mûşek
Parêzgeha Dihokê: 26 dron û mûşek
Parêzgeha Helebceyê: 2 dron
Zererên canî û nasnameya qurbaniyan
Ji 21 kesên ku şehîd ketine; 7 Pêşmergeyên Fermandariya Herêma 1ê ya li Xelîfanê, karmendekî asayîşê yê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê, 9 Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û kurekî Pêşmergeyekî ne.
Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransyî jî li Hewlêrê canê xwe ji dest dabû.
Di nav 96 birîndaran de 30 Pêşmergeyên li Soranê, 3 karmendên asayîşê, 18 sivîl (di nav wan de zarok û xwendekar hene) û 5 leşkerên Fransayî hene
Cihên ku hatine armancgirtin
Li parêzgeha Hewlêrê deverên wekî Sîdekan, Herîr, Xebat, Behirkeyê, Enkawa û Balafirgeha Hewlêrê hatine armancgirtin.
Li parêzgeha Silêmaniyê jî çiyayê Gulan, Mêrgepan, gundê Zirgiwêz û qezaya Kifriyê di nav lîsteya êrişan de ne.
Li parêzgehên Dihok û Helebceyê jî qadên petrolê yên Sersing û Çemankê û çiyayê Şinriwê hatine bombebarankirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse