Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erxeniyê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê, li hewşa dibistaneke seretayî birûskê li darekê da.
Di encama rûdanê de 2 zarokan canê xwe ji dest da û zarokek jî bi giranî birîndar bû.
Bûyer, serê sibehê li mezraya Çîçekozuyê ya gundê Tîlkiyê yê navçeya Erxeniyê qewimî.
Birûskê li dareke hewşa dibistana seretayî da ku 3 zarok li binê wê bûn.
Di wê kêliyê de Serkan Yildirimê 13 salî, Kasim Yildirimê 14 salî û M.Y. birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Birîndar piştî midaxeleya destpêkê sewqî nexweşxaneyan hatin kirin.
Serkan Yildirim û Kasim Yildirim li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxeniyê tevî hemû hewldanên bijîşkan jî canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku tedawiya M.Y. li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê didome û rewşa wî giran e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse