Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya barana gur da.
Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo 16 parêzgehên Bakurê Kurdistanê di asta koda “zer” û “porteqalî” de hişyariya baranê da.
Li gorî pêşbîniyên Saziya Keşnasiyê, îro li derdora parêzgehên Riha, Semsûr, Çewlîg, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Meletî û Mêrdînê barana gur dibare.
Her wiha dê li rojava û rojhilatê Amedê û li başûr û bakurê Êlihê jî baran bibare.
Dê li derdora parêzgehên Şirnex, Sêrt, Xarpêt, Mereş, Dîlok û Kilîsê jî baraneke gur bibare.
Hişyariya lehiyê
Di daxuyaniya Saziya Keşnasiyê de hişyarî li welatiyan hat kirin.
Saziyê ji welatiyan xwest ku li hemberî egera lehî, zîpik, bahoz û pirsgirêkên trafîkê baldar bin û tedbîrên pêwîst wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse