Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Meclisa Gel a Sûriyeyê li herêmên Kurdan dest bi amadekariyên lidarxistina hilbijartinan kir.
Ji bo pêkanîna komîteyên xwecihî, Komîteya Bilind berê xwe da parêzgeha Hisîçayê (Hesekê) û bajarê Kobaniyê.
Endamê Komîteya Bilind a Hilbijartinan a Meclisa Gel a Sûriyeyê Mihemed Welî li ser mijarê axivî.
Mihemed Welî diyar kir ku her parlamenter dê 30 heta 50 kesî di desteya hilbijêran de destnîşan bike.
Welîd da zanîn ku, li gorî mercên pergala demkî ya hilbijartinan, divê ji sedî 70yê desteya hilbijêran ji kesên şareza û ji sedî 30 jî ji rûspiyên civakê pêk bînin.
Welîd her wiha tekez kir ku divê nûnertiya jinan ji sedî 20 û zêdetir be û kesên ku di Şoreşa Sûriyeyê de astengdar bûne jî dê bibin nûner.
Helwesta ENKSyê
Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) da zanîn ku ew hilbijartinan boykot nakin.
Lê ENKSyê destnîşan kir ku ev hilbijartin ne li gorî xwestek û doza wan in.
Nûnerê ENKSyê yê li Şamê Mehabad Silêman jî nerazîbûna xwe anî zimên.
Mehabad Silêman got, "Ji ber ku em aliyekî siyasî ne diviyabû bi me re guftûgo bihata kirin."
Silêman her wiha xwest ku li ser şêwaz û temsîla miletê Kurd a li parêzgeha Hisîçayê lihevkirinek hebûya.
Pergala hilbijartinan û dabeşkirina kursiyan
Li gorî pergala hilbijartinan, dê 4 kes ji bo nûnertiya Qamişloyê, 3 kes ji bo Hisîçayê, 2 kes ji bo Dêrikê û 2 kes jî ji bo Kobaniyê werin hilbijartin.
Hejmara giştî ya endamên Meclisa Gel 210 kes e.
Ji wan 70 kes bi rêya Serokkomarê Sûriyeyê tên destnîşankirin.
Hilbijartin hatibûn paşxistin
Hilbijartinên Meclisa Gel a Sûriyeyê 5ê Çiriya Pêşîn a 2025an li parêzgehên Sûriyeyê hatin lidarxistin.
Di wan hilbijartinan de 126 nûner hatibûn hilbijartin.
Lê belê hilbijartinên li herêmên Kurdan û li parêzgeha Siwêdayê ji ber rewşa siyasî û meydanî hatibûn bipaşxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse