Li Libnanê êriş: Leşkerekî Fransayê hat kuştin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fransa Libnan Leşker Kuştin Emmanuel Macron UNIFIL
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li başûrê Libnanê êrişî hêza aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî hat kirin û di encamê de leşkerekî Fransayî hat kuştin.

Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam eşkere kir ku li başûrê welêt êrişî leşkerên Fransayê yên hêza aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî hatiye kirin.

Newaf Selam ferman da ku derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê were kirin.

Selam got, “Ez êrişa îro ya li dijî gurdana Fransayî ya di bin banê UNIFILê de bi tundî şermezar dikim.”

Selam anî zimên ku wî ferman daye da ku êriş bi hemû aliyên xwe ve were lêkolînkirin û berpirsyar hesab bidin.

Berteka tund a Fransayê

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê êrişê de daxuyaniyek da.

Macron bangî rayedarên Libnanê kir û xwest ku pêşî li berpirsyaran were girtin.

Macron her wiha eşkere kir ku di êrişê de leşkerekî Fransî canê xwe ji dest daye û 3 leşker jî birîndar bûne.

Macron got, “Delîl nîşan didin ku Hizbulah berpirsyarê êrişê ye.”

Îsraîl tevî agirbestê êrişên xwe didomîne

Artêşa Îsraîlê ragihand ku tevî agirbesta demkî jî wan di nava 24 saetên dawî de êrişî başûrê Libnanê kiriye.

Artêşa Îsraîlê ragihand kir ku wan endamên Hizbulahê kirine armanc.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku piştî agirbesta demkî ya 10 rojî ya ku nîvê şeva pêncşemê ketibû meriyetê, wan di nava 24 saetên dawî de cara ewil êrişî Libnanê kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst