Li Wanê bûyera trafîkê: Perestyarekê canê xwe ji dest da

18-06-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Artemêt Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artemêt a ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ve, îro di bûyereke trafîkê de perestyarekê canê xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan li navçeya Artemêtê îro Yekşemê 18ê Hezîrana 2023an Ayser Buyukyildiz a perestyar ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê dixebitî dema ku diçû ser karê xwe barhilgirek lê qelibî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustiyê ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Tevî midaxeleya tîmên tendirustiyê Ayser Buyukyildizê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku li ser bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst