Aliyên Ereb hewl didin li rojhilatê Sûriyê roleke li derveyî HSDê bibînin

18-07-2023
Hisên Omer
Aliyên Ereb hewl didin li rojhilatê Sûriyê roleke li derveyî HSDê bibînin
Aliyên Ereb hewl didin li rojhilatê Sûriyê roleke li derveyî HSDê bibînin
Nîşan HSD Amerîka Ferîd Sedûn Ferhad Têlo Sûriye Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Aliyên Ereb hewl didin li rojhilatê Sûriyê roleke li derveyî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bibînin. Zêdebûna çalakiyên milîsên ser bi Îranê li rojhilat, senaryoyên nû bi piştevaniya Amerîka dixin goftûgoyê.

Di krîza Sûriyê de, careke din fokus hemû li ser rojhilatê wî welatî ye. Lê vê carê dê ne tenê li rojhilatê Firatê be, lê belê rojavayê çem jî heta sînorên Urdunê ku hêzên Sûriyeya Azad ligel hêzên Amerîkayê mijûlî planên şer in.

Dosyayên germ derbarê rojhilatê Sûriyê de, mijara yekem Podcasta Çavê Sêyem bûn.

Sekreterê Yekitiya Lîberal a Kurdistanî Dr. Ferhad Têlo dibêje "Ez di wê baweriyê de me û tu agahî jî tunin bo ew çekdarên ku li Tenefê bi serkêşiya Amerîkayê ku karibin bi HSDê re sînorê aliyê Iraqê û aliyê Tenefê hevbeş dijî mijarên Îranê yan jî li dijî rejîmê be tu programên HSDê yên wiha tunene."

Yek ji mijarên ku niha bi germî tê behskirin ku aliyên Ereb têne ser hev bi serpereştiya Amerîkayê ji bo roleke ji derveyî HSDê li rojhilatê Feratê bibînin

Akademisiyan Dr. Ferîd Sedûn got "Bi nêrîna min ev hewldana hanê naçe serî ji ber ku heta roja îro hêzên sereke yên ku Amerîkî bi wan re hevbendiyê dike karûbarên xwe di hindirî Sûriyê de dike hêzên HSDê bin. Ji ber wilo jî îro li ser alternatîfek bigerin hêzeke eskerî ya nû ava bikin, ev jî wexteke dirêj jê re divê. Ew derfete berfireh li ber Amerîkiyan tuneye ku wexteke dirêj bixwin heta ji nû ve karibin hêzeke eskerî ava bikin li Sûriyê."

Di heman dema ku behsa egera operasyoneke serbazî bo ser navçeyên sînorî di navbera Îraq û Sûriyê de ku hevpeymanên Îranê tê de serdest in tê kirin, Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî bi serdaneke ji nişkê ve û piştî 12 salan ji şerê Sûriyê, gihişte Şamê û ligel Serokê Sûriyê Beşar Esed civiya. Çavdêrên rewşa Sûriyê vê serdanê bi planên bo rojhilatê Sûriyê ve girêdidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst