Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsa Beşa Avahiyan a Birêvebiriya Perwerdeya Rojavayê Silêmaniyê Şenge Osmanê ragihand ku li devera wan metirsiya rûxîna nêzîkî 30 dibistanan heye û divê ji nû ve werin avakirin.
Li Herêma Kurdistanê sala nû ya xwendinê roja yekşemê (21ê Îlonê) dest pê dike.
Lê belê pirsgirêka kevnbûna avahiyên dibistanan û kêmbûna polan li gelek deverên Herêma Kurdistanê hîn jî nehatiye çareserkirin û li hinek cihan xwendin di nav kabîneyan de berdewam dike.
“Pêdiviya me bi 420 dibistanên din heye”
Şenge Osman beşdarî bernameya Nûrojê ya Rûdawê bû û eşkere kir ku li devera wan hemû dibistan du dewamî ne (danê sibehê hinek û danê êvarê hinek xwendekar diçin) û ji bo çareserkirina vê yekê jî pêdivî bi gelek dibistanên nû heye û got:
"Eger em bixwazin dewama dibistanan bi awayekî profesyonel birêkûpêk bikin, niha çend dibistanên me hene, divê ew qasên din jî bên avakirin.
Niha 420 dibistanên me hene, yanî pêdiviya me bi 420 dibistanên din heye."
Divê were gotin ku li seranserê herêmê nêzîkî 7 hezar dibistanan hene.
Li gorî raporeke Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, pêdiviya sektora perwerdeyê ya Herêma Kurdistanê bi avakirina nêzîkî 3 hezar avahiyên nû heye.
Yek ji pirsgirêkên din jî mezinahiya polên xwendinê ye.
Şenge Osmanê diyar kir ku polên ku li gorî şêwaza kevn hatine avakirin, piranî 5 bi 6 metre ne lê yên ku niha tên avakirin li gorî standardên nû ne û ji 5 bi 7 metreyan ne kêmtir in.
"Divê hinek ji wan bi temamî bên rûxandin"
Wê da zanîn ku ji ber qeyrana darayî ev çend sal in ti dibistana nû ji aliyê hikûmetê ve nehatiye avakirin û got:
"Yên ku hatine avakirin bi rêya xêrxwazan bûne ku nêzîkî 10 dibistanan in, li gel hinek dibistanên ku di nav projeyên niştecihbûnê de hatine çêkirin.
Pêdiviya 30 dibistanên li ser sînorê me bi jinûveavakirinê heye.
Divê hinek ji wan bi temamî bên rûxandin û divê beşeke hinekan jî were rûxandin û ji nû ve bên avakirin.
Ew dibistanên ku metirsî li ser jiyana xwendekar û mamosteyan çêdikir hatine valakirin."
#VÎDEO - Şenge Osman: Li Silêmaniyê metirsiya rûxîna 30 dibistanan heye pic.twitter.com/ItKM467dfL
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 18, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse