Hewlêr (Rûdaw) - Xelk li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya "Însiyatîfa Gel a Bajarê Qamişloyê" ji bo daxwaza mafên xwe û sîstemeke nenavendî daket kolanan.
Di xwenîşandanê de helwesta hikûmeta nû ya Şamê hat protestokirin û hat teqezkirin Sûriye ku bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurdan aram nabe.
Kurdan doh li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê xwenîşandanek li dar xist û tê de daxwaza mafên Kurdan û sîstemeke nenavendî ji bo Sûriyeyê kir.
"Kê tu aniyî?"
Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl di çalakiyê de axivî û Serokê Demkî yê Sûriyeyê kir armanc û got:
"Em jê re (Serokê Sûriyeyê Ehmed Şer) dibêjin tu nûnertiya kê dikî? Kê tu aniyî Şamê?
Herêma peravê te qebûl nake û herêma Siwêdayê te qebûl nake û bakurrojhilatê Sûriyeyê te qebûl nake, ne jî Sunî, Elewî, Êzidî, Durzî, Suryanî, ne jî Sûriyeyî te qebûl nakin.
Tu nehatiyî hilbijartin. Te çawa ev pozîsyon bi dest xist û kî te qebûl dike?"
Aldar Xelîl her wiha bal kişand ser girîngiya çareserkirina pirsgirêka Kurdan a ji bo paşeroja Sûriyeyê û got:
"Li vî welatî pirsgirêka Kurdan heye. Heger pirsgirêka Kurdan neyê çareserkirin, Sûriye nabe dewleteke demokratîk, qeyranên li Sûriyê bi dawî nabin û aştî, ewlehî û wekhevî pêk nayên.
Ji ber vê yekê, divê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan gav bên avêtin.
Paşê Sûriyeyeke demokratîk ji bo me hemûyan tê avakirin û em hemû dê hîs bikin ku em welatiyên vî welatî ne û li vî welatî bi azadî dijîn.
Paşê em dê ji bo serxwebûna Sûriyeuê têbikoşin. Heger rejîma navendî pergaleke baş bûya, xelkê Sûriyeyê li dijî Beşar [Esed] dernediket."
"Bêyî rêvebiriya xweser, li Sûriyeyê çareserî nabe"
Xwenîşanderan her wiha xwest ku çareseriyên bingehîn ji bo hemû Sûriyeyê bên dîtin û nerazîbûna xwe li hemberî helwest û tevgera hikûmeta Şamê anîn ziman.
Xwenîşanderê bi navê Selahdîn Şêxmûs jî got:
"Tiştê ku birêvebiriya li Şamê dike, çareseriyê bi pêş naxe. Hemû gavên ku ew diavêjin ne ji bo damezrandina Sûriyeyê yan bi pêşxistina wê ne, ne jî ti çareseriyan pêşkêş dikin.
Bêyî rêvebiriya xweser, li Sûriyeyê çareserî nabe."
#WÊNE - Kurd li Qamişloyê ji bo mafên xwe daketin kolanan
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 18, 2025
🛑 Kurdan doh li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê xwenîşandanek li dar xist
🛑 Di xwenîşandanê de doza mafên Kurdan hat kirin
📸 Delil SOULEIMAN - AFP pic.twitter.com/ykgI9SIHJ7
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse