Hewlêr (Rûdaw) - Rêya di navbera herêmên hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de ji bo nexweş û xwendekaran hat vekirin.
Birêvebirê Kompanyaya Geştyariyê ya Hevalê Lezgîn Xelîl li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Lezgîn Xelîl ragihand, îro otobusên ku ji Rojavayê Kurdistanê ber bi Şamê ve diçûn û xwendekar û nexweş tê de bûn, ji xala Zekiyeyê ya di navbera Hims û Reqayê re derbas bûn û ber bi Şamê ve çûn.
Her wiha otobusa ku ji Şamê dihat û ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve diçû, bêyî ti pirsgirêk derbas bû.
Lezgîn hêvî kir ku heta sibe rê bê dayîn ku hemû geştyar bêyî ti pirsgirêk çûn û hatinê bikin.
“Kontrol ne tund e”
Şofêrekî jî ji Rûdawê re ragihand ku li xala Zekiyeyê ya ku dikeve ser rêya Esriyayê ya di navbera Reqa-Himsê de, pirs ji xelkê tê kirin ka nexweş in yan na û ber bi kîjan nexweşxaneyê ve diçin.
Wî her wiha tekez kir ku kontrol ew qasî ne tund e.
Ji 5ê Çiriya Pêşîn ve li xala Zekiyeyê alozî hebû û rê nedihat dayîn ku xelk ne biçe Şamê û ne jî ji Şamê biçe herêmên Rêveberiya Xweser.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse