Li Amedê polîsan bi gaza îsotê êrişî meşa ji bo Ocalan kir

18-10-2025
RÛDAW
Nîşan Amed DEM Partî Meş Abdullah Ocalan Gaza Îsotê
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê polîsan midaxaleyî meşa ku bi banga Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê kir ku bi daxwaza “azadiyê” ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan hatibû lidarxistin.

Li gorî nûçeya Ajansa ANKAyê, di dema midaxaleyê de Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya di bin bandora gaza îsotê de ma.

Her wiha kêliya ku polîsan gaza îsotê li Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn reşand, di kamerayan de hat tomarkirin.

Meşa ku Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Parlamenterên Amedê Serhat Eren, Adalet Kaya û Mehmet Kamaç û gelek kesên din beşdar bûn, li Pira Alî Pinarê ya dest pê kir.

Armanca meşê ew bû ku posterê Ocalan li Birca Benûsenê ya li navçeya Sûrê bê daliqandin.

Koma ku bi fîşekên hewayî 2 kîlometreyan meşiya, li Deriyê Rihayê yê ku diçe Birca Benûsenê ji aliyê polîsên ku rê li trafîkê girtibûn ve hat rawestandin.

Polîsan bi gaza îsotê êriş kir

Polîsan ji beşdaran re got ku divê meş li wir bi dawî bibe û piştî daxuyaniyan belav bibin.

Lê komê diyar kir ku ew dê bimeşin heta Birca Benûsenê û li wir daxuyaniyê bidin.

Di navbera polîs û koma ku meşiyan de alozî derket.

Piştî aloziyê polîsan ji bo belavkirina komê gaza îsotê bi kar anî.

Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kayaya ku ji bo bidawîkirina aloziyê ket navberê, di bin bandora gaza îsotê de ma û kêliya ku polîsan gaza îsotê li Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn reşand, bi kamerayan hat tomarkirin.

Piştî ku alozî bi dawî bû, daxuyaniyek bi Kurdî hat dayîn û beşdarên meşê belav bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst