Wan (Rûdaw) – Nezelaliya li ser mirina xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîşê bi rapora dawî ya Bijîşkiya Dadwerî kûrtir bû.
Ji ber ku rapor eşkere dike ku DNAyên du mêran li laşê wê hatine tespîtkirin lê ne diyar ew kî ne.
Parêzerên Baroya Wanê jî hewl didin dîmenên di dosyayê de ji dozger wergirin û daxwaza berfirehkirina lêpirsînê jî her ku diçe bihêztir dibe.
Di yekemîn salvegera bûyera Rojîn Kabaîşê de guman, nezelalî û perdeya li ser pirsên bê nersiv berdewam dike.
Tevî daxwazên raya giştî û çalakiyên berdewam, di dosyaya darazê de pêşketineke berbiçav çênebûye.
Li Wanê nerazîbûn ranawestin
Hema bêje her êvar li Wanê jin dadikevin kolanan û bi çalakiyên xwe hewl didin ku aqûbeta Rojîn Kabaîş zelal bibe.
Hevşaredara berê ya Wanê Neslîhan Şedalê bal kişand ser polîtîkayên dewletê û got:
“Bi taybetî li Kurdistanê bi polîtîkayên şerê taybet jin dibin hedef. Wekî Rojîn Kabaîş, wekî Gulistan Doku û Narîn Gûranê.
Wan hewl da vê mijarê veşartî bihêlin û kiryar bi awayekî zanebûn tên parastin.”
“Eger em bibin yek dê dengê me gur bibe”
Li nava zanîngehê jî bi heman rengî xwendekar li ser piyan e.
Xwendekar didin zanîn ku bi karesata ku hatiye serê Rojînê ew jî bi tirs dijîn û endîşeya wan bi zelalnebûna dosyayê re girantir dibe.
Xwendekar Berfîn Çîçeklîdalê jî got:
“Eger em bêdeng biîmin îhtîmal heye ku em hemû rojekê rastî tiştên wiha bên.
Ji hemû heval û mamosteyên xwe em piştgiriyê dixwazin. Eger em bibin yek dê dengê me gur bibe.
Eger em yek bibin em dê karibin xwe bidin bihîstin. Xwezî wiha nebûya û edalet bêyî ku em biqîrin bihata cih lê eger nayê cih divê em biqîrin.”
“Tişta bûye gelekî xirab e”
Xwendekar Ozlem Yegînê jî got, “Helbet em bi endîşe ne ji ber ku tişta bûyî gelekî xirab e.
Dibe ku bê serê me hemuyan. Piştî vê bûyerî hîna tu tevdîr nehatine girtin û ew jî me tedîrgîn dike.
Bi şevê li ser cadeyan ronahî nîne û em neçar in dengê xwe derxin.”
Li hêla din parêzer û baroyên Bakurê Kurdistanê jî hewla xwe ya li gel dozger, wezaret û Bijîşkiya Dadî berdewam dikin.
Baroya Wanê hewl dide dîmenên ku di dosyayê de hene ji dozger wergire.
Parêzer Cevat Yilmz jî wiha got, “Em îro hatine ku van dîmenan bigirin.
Ez bawerim dozgerê nû lî bi şiklî bi rengekî ku dosya zelal bine kar dike. Eger dîmen dan dê astengiyeke dîrokî jî holê rabe.”
Rojîn Kabaîş 27ê îlona 2024an li nava kampûsa Zanîngeha Wanê wenda bûbû.
Termê wê piştî windabûnê bi 18 rojan li perava Gola Wanê, di nava avê de hat dîtin.
Piştî salekî Bijîşkaya Dadî bi raporekê eşkere kir ku DNAyên du mêran li ser laşê wê hatine tespîtkirin.
Lê him pirsa ew DNA yên kê ne him pirsên din li ser aqûbeta Rojînê bê bersiv in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse