Hewlêr (Rûdaw) – Rahênerê pêşmerge yê ji Bakurê Kurdistanê Dr. Sait Curukkaya bû mêvanê ekranê Rûdawê û behsa operasyona Şingalê kir. Curukkaya got, dema Kurdistan di bin êrişê de be, ew nikare li Ewropayê bisekine û ji ber wê jî wî beşdarî di şer de kiriye.
Rahênerê pêşmerge yê pûçkirina mîn û bombeyan Dr Sait Curukkaya ku ji Bakurê Kurdistanê ye û di operasyona rizgarkirina Şingalê de bi pûçkirina 5 ton bombeyên DAIŞê bi kêmanî 500 pêşmerge ji mirinê rizgar kirin, îşav bû mêvanê taybet ê bultena Rojavayê Kurdistanê û bersiv da pirsyarên derbarê operasyona rizgarkirina Şingalê û beşdariya xwe di şer de.
Sait Curukkaya ragihand: “Dema welatên min di bin êrişê de be ez nikarim li Ewropayê bisekinim, lema ez hatim şer.”
Derbarê rol û wêrekiya Hêza Pêşmerge de jî, Curukkaya got: “Eger piştgîrî li pêşmerge were kirin, dikarin serkevtinên memzin tomar bikin.”
Wî pêşmergeyî herwiha derbarê pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê û rola wan di şerê Şingalê de jî axivî û got: “Çima pêşmergeyên Rojava dikarin li Başûrê Kurdistanê şer bikin, çima niakrin li welatê xwe û li cihê xwe şer bikin.”
Curukkaya rexne li wê yekê girt, ku rê nayê dan pêşmergeyên Rojava li Rojavayê Kurdistanê berevanî li axa Kurdistanê û gelê kurd bê kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse