Hewlêr (Rûdaw) - Komîteya Dan û Standinan a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand ku li ser entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav artêşa Sûriyeyê lihevkirina destpêkê pêk hatiye û li ser hûrgiliyên xebata saziyan hevdîtin tên kirin.
Komîteya Dan û Standinan a Rêveberiya Xweser têkildarî hevdîtinên ku bi hikûmeta Sûriyeyê re kirine daxuyaniyek da.
3 yekîneyên HSDyê dê di nav artêşa Sûriyeyê de bimînin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li ser hiştina 3 yekîneyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di nav pêkhateya leşkerî ya artêşa Sûriyeyê de lihevkirina destpêkê çêbûye.
Her wiha hat eşkerekirin: "Bi rêya komîteyên pispor ên her du aliyan li ser hûrgiliyên pêkhateya rêxistinî ya saziyan hevdîtin tên kirin.
Tê çaverêkirin ku di demeke nêzîk de gavên şênber bên avêtin."
Di daxuyaniya komîteyê de hat destnîşankirin ku ev gav "piştgiriyeke navneteweyî ya eşkere dibîne ku rê li ber çareseriyeke siyasî ya li ser bingeha diyalogê vedike."
"Pêwîst e şerê medyayê bi dawî bibe"
Komîteyê diyar kir ku ev vebijêrk rêya herî rastîn a dabînkirina aramiyê ye û got:
"Her bipêşketineke girîng, pêwîstî bi bidawîanîna şerê medyayê û gotara nefretê heye."
Komîteyê tekez kir ku tenê rêya avakirina çareseriyeke mayînde li Sûriyeyê lihevkirin û hevkarî ye.
Recent developments in the negotiation track:
— North and East Syria Communication (@nes_comm) December 18, 2025
A preliminary agreement has been reached to keep three divisions affiliated with the Syrian Democratic Forces (SDF) within the military structure of the Syrian army.
Technical discussions are ongoing through specialized committees…
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse