Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber berf û pûk û qeşayê li ser rêya Erdexan-Şawşat û Dêmal-Posof-Badela çûn û hatina barhilgiran hat rawestandin.
Li herêmên bilind ê Erdexanê îro ji ber berf û pûka zêde, rêya Erdexanê bi Herêma Deryaya Reş ve girê dide û digihêje Deriyê Sînorî yê Turkgozuyê (Badela) yê li ser sînorê Gurcistanê qeşa çêbû.
Saziya Rêyênbejahî ya Erdexanê li ser vê rêyê çûn û hatina barhilgiran qedexe kir.
Her wiha li ser rêya Erdexan û Şavşatê 13 barhilgir asê man.
Tîmên Saziya Rêyênbejahî, tîmên AFADê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê û barhilgir hatin derxistin.
Tîmên Saziya Rêyênbejahî ji bo paqijkirina rêyan xebatên xwe berdewam dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse