Li Mûşê malbata xwîndar li hev hat

19-01-2025
RÛDAW
Nîşan Mûş Aştî Malbat Xwîndarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kopê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, xwîndariya di navbera Mala Hecî Elî de bi navbeynkariya rûspiyên herêmê bi dawî bû û man û birazî li hev hatin.

Li gundê Koxakê yê navçeya Kopê 23yê Çiriya Paşîn a 2024an ji ber bîra avê di navbera E. Arslan û biraziyê wî Y. Arslan û M. Ş. Arslan de pevçûn derketibû.

Di pevçûna ku çek hatibûn bikaranîn de Y. Arslan li cihê bûyerê canê xwe ji dest dabû E. Arslan û M. Ş. Arslan birîndar bûbûn.

Bi navbeynkariya muxtarê gund Aydin Saatçî û rûspiyên herêmê H. Halit Ekîcî, Mele Halît Bozkurt, Mele Kemal Temel û çend kesayetiyên din ên endamên Malbata Hecî Elî pêşniyara aştiyê qebûl kir.

Îro ji bo aştiya malbatê li mizgefta gund merasîmek hat lidarxistin.

Endamên malbatê di bin Quranê re derbas bûn û li hev hatin.

Piştî xwarin û axaftinên rûspiyan xelk belav bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst