Hikûmeta Sûriyeyê dest danî ser kîjan zeviyên petrolê?

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sûriye HSD Zeviyên Petrolê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrişa du rojî ya Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar a li herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, çend birên petrolê yên li Dêrezor, Reqa û Hisîçayê ketin bin desthilata Şamê.

Piştî kontrolkirina zeviyên petrolê yên li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, ala Sûriyeyê li wan deran hat bilindkirin.

Zêvî û bîrên petrolê yên ku ketine destê hikûmeta Sûriyeyê ev in:

Zeviya petrolê ya Omerê

Ev zevî ji aliyê rûber û hilberînê ve wekî zeviya herî mezin tê dîtin û li beravê rojhilatê Çemê Feratê ye.

Beriya sala 2011an rojane nêzîkî 80 hezar bermîl petrol lê dihat hilberandin lê niha hilberîna wê ji 20 hezar bermîlan derbas nabe.

Zeviya petrolê ya Sofyanê

Dikeve gundewarê başûrê rojhilatê parêzgeha Reqayê û ji aliyê hilberînê ve wekî yek ji zevîên navîn tê dîtin.

Zeviya petrolê ya Rimêlanê

Ev herêm hezar û 322 bîrên petrolê û 25 bîrên gazê yên li zeviyên "Siwêdiyeyê" yên derdorê li xwe digire.

Berê hilberîna rojane digihişt 90 hezar bermîlan lê niha daketiye 9 hezar bermîlan.

Zeviya petrolê ya Cibsê

Ev zevî li parêzgeha Hisîçayê ne. Berê hilberîna rojane 2 hezar û 500 bermîl bû û niha daketiye 2 hezar bermîlan, her wiha kargeha gazê jî rawestiyaye.

Zeviya Petrolê ya Sewreyê

Dikeve gundewarê başûrê rojavayê Reqayê. Wekî navendeke girîng a îdarî û lojîstîk di navbera zeviyên belavbûyî yên herêma "Badiyayê" de tê dîtin.

Zeviya Wadî Ubeyd

Yek ji çavkanî û dabînkerên sereke yên Komelgeha Petrolê ya Sewreyê ye.

Stasyona Ukêrşiyê

Ev stasyon ji bo cudakirina destpêkê ya petrolê, beriya dabeşkirin yan qonaxên din ên paqijkirin û rafînekirinê tê bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst