Bexda hemû malbatên Îraqî yên li Kampa Holê vedigerîne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îraq Kampa Holê Vegerandin HSD Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî bûyerên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Îraq amadekariyê dike ku malbatên Îraqî yên li Kampa Holê vegerîne welêt.

Çavkaniyeke bilind a ewlehiya Îraqê ji Rûdawê re ragihand, “Em amadekariyê dikin da ku hemû malbatên Îraqî yên li Kampa Holê mane di demeke herî nêzîk de vegerînin Îraqê.”

Wekîlê Wezîrê Koç û Koçberan ê Îraqê Ebdulemîr Şemerî serperiştiya vegerandina malbatan dike û ji bo vê armancê îro serdana Kampa Cedayê ya li Mûsilê bike.

Ew kamp ji bo rehabîlîtasyona wan malbatan e ku ji Kampa Holê vedigerin.

Kampa Holê dikeve başûrê rojhilatê Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Beşek ji niştecihên kampê Îraqî ne û hevjîn û zarokên çekdarên DAIŞê ne.

"Divê em xwe ji bo hemû egeran amade bikin"

Li gorî gotina heman çavkaniyê, bûyerên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê wiha kiriye ku lez li vegerandina wan malbatan were kirin û got:

"Nayê zanîn bê dê di paşeroja nêzîk de çi biqewime, ji ber ku rewşa Sûriyeyê ne aram e û divê em xwe ji bo hemû egeran amade bikin."

Doh di dema pevçûnên di navbera Artêşa Sûriyeyê û HSDyê de, Hevserokê Kar û Barên Koçber û Penaberan ê Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ji Rûdawê re gotibû:

"Ji ber êrişa çekdarên Tehrîr El Şamê (HTŞ) metirsiyeke cidî li ser kamp û girtîgehên çekdarên DAIŞê çêbûye, ji ber ku ew jî wekî DAIŞê êriş dikin."

Karwanê dawî vedigere

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cîhangîr jî ji Rûdawê re got:

"Kêmtirî 100 malbatên Îraqî li Kampa Holê mane û ew dê wekî karwanê dawî bi hev re bên vegerandin."

Berdevkê Wezaretê da zanîn, "Amadehî dest pê dikin û destpêka meha bê dest bi vegerandina hemûyan bê kirin."

Heta niha 31 karwanên welatiyên Îraqî ji Kampa Holê hatine vegerandin.

Ew kesên ku vedigerin, ji bo rehabîlîtasyonê dibin Kampa Cedayê ya li parêzgeha Mûsilê û piştre vedigerin cih û warên xwe.

Elî Cîhangîr eşkere kir ku hejmara kesên vegeriyane "gihiştiye nêzîkî 21 hezar welatiyên Îraqî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst