Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê ragihand ku şervanên ketine destê hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê, yekser hatine qetilkirin.
Îlham Ehmedê ji Rûdawê re diyar kir, ew şervanên ku şehîd bûne û yên ku ketine destê hêzên Artêşa Ereban a Sûriyeyê, piraniya wan bi awayekî meydanî hatine qetilkirin.
Îlhamê got, "Gelek bûyerên wiha çêbûne ku her li cihê desteserkirinê, şervan dane ber guleyan."
“Li Tebqa û Reqayê înfaz”
Îlhamê destnîşan kir ku ev bûyer li Tebqa, Reqa û Dêrezorê qewimîne û got, "Dîmenên herî zêde li Reqa û Tebqayê derketine, hinek jî li Şêx Meqsûdê çêbûne."
“Bi sedan şervan hatine gulebarankirin”
Li gorî gotina Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser, hejmara kesên ku hatine gulebarankirin digihîje bi sedan şervanan.
Îlhamê amaje pê kir ku di nav kuştiyan de sivîl jî hene û got, "Dibe ku hemû ne şervan bin, sivîl jî di nav wan de hene, wekî mînak yên li Şêx Meqsûd."
Hejmara dîl û şehîdan ne diyar e
Heta niha ne diyar e bê çend şervan ketine destê Artêşa Ereban a Sûriyeyê.
Îlhamê li ser vê mijarê jî got: "Hîn hejmar ne diyar e, ji ber ku em nizanin kî dîl ketiye destê wan û kî şehîd ketiye, hîn ew hejmar negihîştiye destê me."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse