Li Mêrdînê tanker û minîbusek li hev qelibîn: 9 kes birîndar bûn

19-02-2024
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn Qeza Midyad
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Midyada Mêrdînê tanker û mînîbusek li hev qelibîn û 9 kes birîndar bûn.

Li Taxa Çayirliyê ya li nêzîkî rêbeja Midyad û navçeya Hezexê ya Şirnexê tankera şofêrê wê M.Î. û minîbusa ku şofêrê wê M.N.B. li hev qelibîn.

Di qezayê de her du şofêr û 7 kesên di wesayîtan de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê cendirme û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.

Ekîban birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên Elîh û Midyadê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst