MSD û şandeya Swêdî li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê civiyan

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan MSD Swêd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokatiya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û şandeyeke siyasî ya ji Swêdî civiyan.

Peymana 29ê Kanûna Paşîn û amadekariyên diyaloga navxweyî ya Sûriyeyê di hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.

Hevseroka MSDyê Leyla Qereman, Hevserokê Ofîsa Pêwendiyan a MSDyê Hesen Mihemed Elî û Hevseroka Ofîsa Ragihandinê ya MSDyê Şêra Osê şandeya Swêdî pêşwaziya kir.

Li gorî malpera fermî ya MSDyê, di hevdîtinê de rûdanên siyasî yên dawî yên li Sûriyeyê, rêyên piştevaniya hewldanên aramiya herêmê û bihêzkirina çareseriya siyasî hatin nîqaşkirin.

Peymana 29ê Kanûna Paşîn

Her du aliyan bal kişand ser girîngiya bicihanîna peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî de.

Hat tekez kirin ku ev peyman ji bo rawestandina xwînrijandinê û parastina sivîlan gaveke bingehîn e.

Her wiha hat gotin ku divê hêzên siyasî yên li Sûriyeyê rola xwe ya neteweyî di vê pêvajoyê de bilîzin û li ser nêzîkbûna nêrînan bixebitin da ku rê li ber diyaloga Sûriyeyiyan were vekirin.

Dorpêça Kobaniyê û mafên jinan

Her du alî di berdewamiya hevdîtinê de li ser pêwîstiya vegera ewle û bi rûmet a koçber û penaberan û bidawîkirina dorpêça li bajarê Kobaniyê axivîn.

Têkildarî mijara jinan jî hat destnîşankirin ku rola jinê di xebata siyasî de roleke sereke ye û divê mafên wan di destûra nû ya Sûriyeyê de werin misogerkirin.

Her du aliyan dan zanîn ku her pêvajoya destûrî ya serkeftî divê mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê li xwe bigire, prensîba welatîbûna wekhev biparêze û pirrengiya neteweyî, olî û çandî nîşan bide.

Pergala nenavendî

Hevseroka MSDyê Leyla Qeremanê bal kişand ser girîngiya pêvajoya veguhêz li Sûriyeyê û pêwîstiya damezirandina pergaleke siyasî ya li ser bingeha nenavendîbûn, pirrengî û demokrasiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst