Malbata ji Kobaniyê piştî dayîna fîdyeyê hat berdan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ebdullah Hebeş Kobanî Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbata Kurd a ji Kobaniyê ku li Sûriyeyê hatibû revandin, bi dayîna fîdyeyê hat berdan.

Koma çekdar a ku malbat revandibû, di bedêla azadkirina wan de 30 hezar dolar wergirtin.

Ebdullah Hebeş, hevjîna wî û 5 zarokên wan ku xelkê gundê Uwênê yê Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ne, dema xwestibûn derbasî Libnanê bibin hatibûn revandin.

Li gorî zanyariyan, malbatê bi qaçaxçiyekî re li hev kiribû da ku wan derbasî Libnanê bike lê qaçaxçî ew li herêma Tilkelexê ya parêzgeha Himsê radestî komeke çekdar kiribûn.

30 hezar dolar fîdye dan

Koma çekdar ji bo berdana malbata ku ji 7 kesan pêk tê, destpêkê 35 hezar dolar xwestibûn.

Çekdaran ji bo zextê li xizmên malbatê bikin, wêne û vîdeoyên şkencekirina Ebdullah û malbata wî ji wan re şandibûn.

Li gorî agahiyên ji xizmên malbatê hatine wergirtin, wan karîbû 30 hezar dolaran peyda bikin û bidin koma çekdar.

Li Libnanê hatin berdan

Birayê Ebdullah Hebeş ragihand ku piştî dayîna fîdyeyê, çekdaran şeva borî malbat li herêma Wadî Xalid a Libnanê serbest berdaye.

Hebeş diyar kir ku rewşa derûnî ya malbatê ji ber şkence û tirsê gelekî xirab e û ew niha li ser rêya vegera Kobaniyê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst