Kaja Kallasê ji Rûdawê re got: Ewropa naxwaze têkeve şerê li dijî Îranê

1 demjimêr berê
Ala Şalî
Ala Şalî
Kaja Kallas / Wêne: Rûdaw
Kaja Kallas / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kaya Kallas Yekîtya Ewropayê Şer Îran Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Berpirsa Bilind a Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê got, Ewropa naxwaze têkeve şerê li dijî Îranê.

Berpirsa Bilind a Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallasê di daxuyaniyeke taybet de ji bo Rûdawê bersiva rexneyên Serokê Amerîkayê Donald Trump da.

Kaja Kallasê ragihand ku ti daxwazên welatên Ewropayê nîne ku ew beşdarî şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê bibin û got:

"Ti bingeha vî şerî di hiqûqa navdewletî de nîne."

Kaja Kallasê beriya destpêkirina lûtkeya serokên Yekîtiya Ewropayê, pirsa Nûçegihana Rûdawê ya li Brukselê Ala Şaliyê bersivand

Kallasê diyar kir ku duşemê wan bi wezîrên karên derve yên welatên endam re gotûbêj kir.

Mijara gotûbêjan “Operasyona Aspides”ê bû ku erka wê parastina keştiyên bazirganiyê yên li Deryaya Sor e.

Kaja Kallasê li ser vê yekê got, "Gotûbêj li ser wê yekê bûn ka gelo daxwazek heye ku ev operasyon were berfirehkirin û Tengava Hurmîzê jî li nav xwe bigire an na.

Lê ti daxwazên bi vî awayî ji aliyê welatên endam ve nebûn."

"Armancên şer de diyar in"

Berpirsa Siyaseta Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê têkildarî sedema redkirina beşdarbûna şerekî bi vî awayî, eşkere kir ku pêşwext şêwir bi wezîrên karên derve re nehatiye kirin.

Wê da zanîn ku heta, wezîran hewl da ku aliyan qanî bikin da ku dest bi şer nekin ji ber ku li gorî wan, armancên vî şerî ne diyar in.

Kaja Kallasê tekezî li ser nebûna rewabûna navneteweyî ya ji bo êrişkirina ser Îranê kir û got:

"Ti bingehên vî şerî di hiqûqa navdewletî de nînin. Bikaranîna hêzê tenê di 2 rewşan de ye:

Yan parastina xwe ya rewa ye, yan jî bi biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye."

Kallasê destnîşan kir ku di vê rewşê de yek ji van nîne û ji ber vê yekê welatên endam naxwazin têkevin vî şerî.

Peyama ji bo xelkê Îranê

Kaja Kallasê her wiha peyamek ji bo xelkê Îranê da.

Wê ragihand ku Yekîtiya Ewropayê her tim piştgiriyê dide civaka sivîl û mafên xelkê Îranê ji bo ku ew bi xwe biryarê li ser paşeroja xwe bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst